Parlamenterê AK Partiyê li dijî biryara Şaredariya Amedê derket

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Amedê Azmî Ekîncî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Azmî Ekîncî ragihand ku eger îro DEM Partî tabelayên Kurdî dadiliqîne ew bi saya AK Partiyê pêk hatiye.

Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Azmî Ekîncî daxuyaniya Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li ser kêmkirina baca tabelayên Kurdî axivî û ew wekî "cudakarî" nirxand.

Li gorî Ekîncî hewldana hevşaredarên Amedê dê bandorê li pêşketina Kurdî jî neke û got:

"Ev însiyatîf dê bandorê li pêşketina zimanê Kurdî neke, berovajî dê bibe provokasyoneke ji bo astengkirina gavên ku ji bo pêşketina Kurdî hatine avêtin.”

Azmî Ekîncî amaje bi wê yekê jîr kir ku di dema hikûmetên AK Partiyê de gelek astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî hatin rakirin.

Ekîncî diyar kir ku DEM Partî û yên hevpeymanên wê li hemberî dersên bijarte yên Kurdî derket.

"AK Partiyê di warê Kurdî de gavên şoreşgerî avêtin"

Azmî Ekîncî ji nûçegîhana Rûdawê Hawar Îsmaîl re axivî. 

Azmî Ekîncî da zanîn ku hikûmetên AK Partiyê gelek astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakirine.

Azmî Ekîncî gavên AK Partiyê yên ji bo zimanê Kurdî avêtine wisa rêz dike: 

“Li Tirkiyeyê gelek gavên girîng ên şoreşgerî hatin avêtin, wekî avakirina TRT Kurdî û weşana Kurdî ya 24 saetan, bicihkirina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanan, vekirina beşa Kurdolojiyê li hin zanîngehan.

Mafê parastina Kurdî li dadgehan û bikaranîna tabelayên Kurdî di gelek şaredariyên AK Partiyê de ev hemû gavên şoreşgerî bûn li Tirkiyeyê."

“DEM Partî cudahiyê dike”

Ekîncî herwiha da zanîn ku îro şaredariyên DEM Partiyê li gorî rêziknameya AK Partiyê dikarin tabelayên Kurdî jî bi kar bînin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ekîncî amaje bi gotina Hevsereoka Şaredariya Bajarê Mezin a Amêdê Serra Bucakê ya li ser daliqandinê tabelayên Kurdî jî kir û got:

"Ev ji bo mayîna Kurdî cudakariyeke erênî ye.

Me dît ku Şaredariya Amedê ya DEM Partiyê gotiye, dê ji wan dukandar û karsazên tabelayên Kurdî daliqînîn re bacê kêm bike.

Eger ev ji bo tabelayên Tirkî jî neyê kirin dê bibe cûdakarî.

DEM Partî dixwaze Kurdî û Kurdan wekî materyaleke siyasî bi kar bîne da ku ziman û parçebûn û cudahiyên etnîkî derxe holê.

Eger ji bo tabelayên Kurdî erzaniya bacê hat kirin divê ew ji bo tabelayên Tirkî jî were kirin."

Ekîncî wiha got, “Demên ku ji aliyê AK Partiyê ve hînkirina zimanê Kurdî wekî dersa bijarte li dibistanan dihat dayîn baş tê bîra min.”

Li gorî gotina Ekîncî AK Partiyê rê li ber tayînkirina mamosteyên Kurdî vekir lê DEM Partiyê nexwestiye Kurd zarokên xwe li dersên Kurdî qeyd bikin.

“Armanca DEM Partiyê ne xizmeta zimanê Kurdî ye”

Ekîncî herwiha li ser pêvajoya dersên Kurdî jî wiha got:

“Li Amedê hejmara xwendekarên dersa Kurdî hilbijartibûn 400 hezarî zêdetir bû.

Hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijartin daket 22 hezarî.

Me destnîşan kir ku sedema vê yekê ew e ku endamên DEM Partiyê tirsê li nava xelkê belav dikin.

Ji xelkê re dibêjin, eger hûn dersa Kurdî hilbijêrin dê ji aliyê dewletê ve bê kişifkirin, ev gotin li nava gelê Kurd de belav kir.

Endamên DEM Partiyê digotin ji ber ku mamosteyên Kurdî nehatine tayînkirin, ti kes xwe li dersên Kurdî tomar nake û kesî Kurdî tercîh nekir ev rastî berovajî kir.

Hejmara mamosteyên ku dê bên tayînkirin dê li gorî hejmara xwendekarên xwe li dersê tomar kiriye were diyarkirin.

Di piraniya dibistanan de hejmara xwendekaran têrê nedikir ku ders were vekirin.

Li dibistanan ne tenê dersa Kurdî hat vekirin, mamoste jî hatin tayînkirin.

Hejmara xwendekarên ku dersê tercîh dikin kêmtir bû û dersên hatin vekirin neçar man hatin girtin.

Armanca wan ne ew e ku piştgiriyê li Kurdan û zimanê Kurdî bikin.

Armanca wan ew e ku Kurdan û zimanê Kurdî wekî perdeyekê bi kar bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst