AMED – 5 kesên di Newrozê de dizî kiribû hatin girtin

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Amed Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê 5 kesên ku di ahenga Newrozê de 22 telefon dizîbû hatin girtin.

Di dema ahenga Newrozê de ku 21ê Adarê li Amedê hat pîrozkirin, hinek kesan ji ber ku telefona wan hatibû dizîn giliyê xwe kir.

Li ser giliyê welatiyan tîmên Şaxa Diziyê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê di encama xebatan de otomobîleke ku ji bo diziyê ji parêzgeha Êlihê çûbû Amedê tesbît kir.

Polîsan li nêzîkî qada Newrozê operasyon kir û dema li otomobîlê siwar dibûn kesên bi navê V.G., A.Î., E.G., O.I., û F.I. desteser kirin.

Di lêgerîna li ser welatiyan û otomobîlê de hêzên ewlehiyê dest danî ser 22 telefonan.

Li Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê îfadeya 5 kesên desteserkirî hat standin.

Piştre jî hêzên ewlehiyê ew şandin Dadgeha Amedê.

Dadgehê derbarê 5 kesan de bi “tohmeta diziyê” biryara girtinê da.

Hat zanîn derbarê 5 kesan de pêştir jî dosyeyên diziyê hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst