Li Amedê çar mizgeft hatin girtin

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Mizgeft Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Surê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, çar mizgeftên dîrokî ji ber restorasyonê hatin girtin û dê nimêj li wan mizgeftan neyê kirin.

Li navçeya Surê ya Amedê mizgeftên dîrokî yên Elî Paşa, Melîk Ehmed, Sefa Parlî û Behram Paşayê ji ber restorasyonê hatin girtin.

Muftîtiya Navçeya Surê, îbadet li her çar mizgeftan rawestand û ew mizgeft radestî Birêvebiriya Herêmî ya Waqifan kir.

Piştî temambûna karê restorasyon û tamîratê, mizgeft dê ji bo îbadetê dîsa werin vekirin.

Mela li mizgeftên cuda hatin wezîfedarkirin

Muftîtiya Navçeya Surê, ji ber girtina her çar mizgeftan, melayên wan mizgeftan li mizgeftên din ên bajêr wezîfedar kirin.

Piştî ku restorasyon bi qede, mizgeft dê dîsa ji bo îbadetê bên vekirin û mela dê vegerin cihên xwe yên kar.

Mizgefta Behram Paşayê di erdheja 6ê Sibatê de xesar dîtibû û di qeydan de wekî "sivik xesardîtî" hatibû qeydkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst