Casim Esedî: Ji sedî 30ê gamêşên Îraqê nemane

27-02-2025
Nîşan Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn Hişkesalî Îraq Gamêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Xwezayê ya Îraqê Casim Esedî diyar kir ku ji sedî 30ê gamêşên Îraqê nemane.

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh saet 10:00an dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Serokê Rêxistina Xwezayê ya Îraqê Casim Esedî di panela bi navê "Guherîna Avhewayê û Bandorên Wê li Ser Binpêkirina Mafên Mirovan li Îraq û Herêma Kurdistanê" axivî.

Casim Esedî ragihand ku avzêmkên Îraqê piştî sala 2020î rastî hişkesaliyeke tund hatine û niştecihên wan, bi taybetî jî xwediyên gameşan neçar in salane zêdetir ji carekê koç bikin.

“Reheke dîrokî ya kûr a avzêmkên Îraqê heye”

Esedî li ser avzêmkan got, "Reheke dîrokî ya kûr a avzêmkên Îraqê heye û vedigerin serdema Sumeriyan.

Şêniyên wan zêdetir ji 270 peyvên Sumerî û Akadî bi kar tînin. Her wiha tevger û adetên wan ji gelek aliyan ve nêzîkî yên Sumeriyan in."

Li Îraqê bi giştî sê avzêmkên mezin hene, qada wan nêzîkî 10 hezar kîlometre çarçikan e, ev eqar demsala lehiyan digihe zêdetir ji 20 hezar kîlometre çarçikan, yanî qebareyê welatekî wekî Libnanê.

Esedî li ser guherîna civaka li herêmên avzêmkan got:

"Niha ji xwediyên gameşan civakeke me heye ku nikarîbûn bi Erebî bixwînin û binivîsin, îro li bajarekî wekî Detroitê bi Îngilîzî diaxivin."

Avzêmk piştî sala 1991ê ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve ji holê hatin rakirin û şêniyên wan neçar man koç bikin.

Li hêla din, avzêmkên Îraqê piştî 2003yan careke din vejîn lê li gorî Casim Esedî ev vejîn bi destê xelkê avzêmkan bû, ne bi destê dewletê.

Serokê Rêxistina Xwezayê ya Îraqê mînaka herêma Cibayîşê da û diyar kir:

"Sala 2002yan tenê nêzîkî 6000 kesî mabûn. Îro deverê dîsa nasnameya xwe ya niştecihî bi dest xistiye û hejmara niştecihên wê gihiştiye 61 hezar kesî."

Casim Esedî amaje bi wê yekê kir, dema avzêmk ji aliyê niştecihên xwe ve hatin vejandin asta ava Dîcle û Feratê jî bilind bû.

Esedî destnîşan kir ku sala 2005an ji bo vegerandina 5600 kîlometre çarçik qada avzêmkan plan hat danîn lê armanca planê nehat bicihanîn.

Li Îraqê yek ji diyardeyên herî diyar û darîçav hişkesalî ye ku êdî bandorên wê şênbertir in.

Casim Esedî li ser hişkesaliyê anî zimên:

"Hişkesaliya herî dijwar ew e ku dawiya sala 2020î dest pê kir û heta îro jî berdewam dike.

Hişkesaliyeke giran e, nêzîkî ji sedî 30ê gameşên me nemane, zêdetir ji sedî 95ê stokan masiyên Horan nemane.”

Horên Îraqê sala 2016an bi saya curbicuriya jîngeha xwe ya çûk û riwekên kêm ketin nav lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.

Li gorî Esedî, metirsî heye ku çendîn teyr û riwek ji holê rabin û yek ji wan jî Çûkê Qamişê Besrayê ye ku havînan ji Başûrê Afrîkayê koçî avzêmkên Îraqê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst