Hewlêr (Rûdaw) - Seroka SEED Foundationê Sherri Kraham Talebaniyê diyar kir ku guherîna avhewayê bandoreke zêdetir li jinan dike.
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh saet 10:00an dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.
Seroka SEED Foundationê Sherri Kraham Talebanî, di panela bi navê “Guherîna Avhewayê û Bandorên Wê li Ser Binpêkirina Mafên Mirovan li Îraq û Herêma Kurdistanê” axivî.
Wê diyar kir ku bandora guherîna avhewayê ya li ser jinan zêdetir e û got:
"Herî kêm ji sedî 60ê wan kesên ku di karesatên têkildarî avhewayê de canê xwe ji dest didin jin in."
“Lawazî û bêhêziya jinan” li beramberî karesatên xwezayî
Sherri Krahamê behsa “bêhêziya jinan” a li hemberî karesatên xwezayî kir û anî zimên:
"Bandoreke taybet a guherîna avhewayê li ser keç û jinan heye, bûye sedem ku newekheviya heyî kûrtir bibe û astengiyên nû çêbûne.
Her wiha bêhêziya jinan û bandorên avhewayê jî wiha dikin ku ku şiyanên jinan kêm bibin."
Sherri Krahamê daxuyand ku jin li gorî mêran zêdetir dibin qurbanên karesatên xwezayî û di wê derbarê de got:
"Bandora karesatên xwezayî ya li ser keç û jinan 14 caran ji ya li ser mêran zêdetir e û herî kêm ji sedî 60ê wan kesên ku di karesatên têkildarî avhewayê de canê xwe ji dest didin jin in."
Talebaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku dema rûdana karesatên xwezayî jin kêmtir destê wan bi agahî û hişyarkirinên pêşwext digihe.
Bandora guherîna avhewayê li ser koçberî û bihêzkirina jinan
Wê destnîşan kir ku dema rûdana karesatên xwezayî zêdetir jin zêdetir koçber û derbider dibin û xwe lê berda:
"Îhtimala koçber û derbiderbûna jin û keçan zêdetir heye, her wiha dema koçberiyê jî bandoreke zêdetir li ser wan heye.
Dema ku behsa têkçûna jîngehê tê kirin di nav wan de bilindûna zêde ya germahiyê û kêmbûna avê li herêmên wekî başûrê Îraqê, bûye sedema koçberiyê."
Sherri Krahamê amaje bi wê yekê jî kir ku bandora bahoz, lehî û hişkesaliyê li ser wan ew kesên ku di koçberiyê de dijîn heye.
Her wiha ew jin û keçên ku di koçberiyê de dijîn kêmtir dikarin qûtê jiyana xwe dabîn bikin û metirsiya zêdetir heye ku rastî tundûtûjiyê werin.
Wê daxuyand ku beşek ji wan malbatên Îraqî yên ku koçber bûne ji bo ku karibin debara jiyana xwe dabîn bikin keçên xwe di temenê zaroktiyê de bi mêr kirine yan jî bi zorê dane mêran.
“Newekheviyê bandor li xwendina keçan kiriye”
Talebaniyê bal kişand newekheviya zayendî jî û biland:
"Newekheviyê civakî, newekheviyê aborî û guherîna avhewayê bandor li ser xwendina keçan kiriye.
Li Îraqê ji her 10 xwendekarên keç, tenê 5 ji wan xwendina navendî temam dikin.
Divê jin di wan pêgehên ku biryar li wan dayîn de hebin, ji ber ku bandora karesatên têkildarî avhewayê li ser jinan zêdetir e û jin baştir dikarin nûnertiya pêdiviyên malbat û civakan bikin.
Her wiha dema ku jin çi li malê çi li parlamentoyê yan li hikûmetê beşdarî biryarên siyasî û biryarên din dibin, encama wê ne tenê ji bo keç û jinan lê belê ji bo hemû civakê baştir e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse