Li Zanîngeha Wanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin

25-10-2022
RÛDAW
Kursa fêrkirina zimanê Kurdî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat vekirin
Kursa fêrkirina zimanê Kurdî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat vekirin
Nîşan Zimanê Kurdî Kursên Kurdî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Gernas Hezex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê li Bakurê Kurdistanê, Kurd ji xwe re rêyên alternatîf dibînin û bi rêya kursan hewl didin zimanê Kurdî zindî bihêlin. Di vê çarçoveyê de li Zanîngeha Wanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin.

Kursa fêrkirina zimanê Kurdî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat vekirin û di polê de tenê cihê 25 xwendekaran heye, lê zêdeyî 100 kesan bo fêrbûna zimanê Kurdî di vê kursê de navê xwe tomar kirine.

Ji sedî 95ê beşdarvanên vê kursê xwendekarên Zanîngeha Wanê ne, ew bê beramber di vê kursê de fêrî rêziman û zimanê Kurdî dibin.

Xwendekar Dogan dibêje: “Em bi vekirina kursê gelek kêfxweş bûn. Em fêrî xwendin û nivîsandina Kurmancî dibin. Em dixwazin kursên wiha li her derê vebin.”

Mamosta Gernas Hezex ji Nîsana sala borî ve dest bi vekirina kursên Kurdî kiriye.

Par çar kurs vekirin, di wan kursan de ders daye 150 xwendekaran û nêzîka ji sedî 95ê wan bawername wergirtine. Ev kursa pêncem û a yekem a îsal e ku çend roj dibe destpê kiriye.

Wek ew bi xwe dibêje, îsal xwestek zêde bûye, lewra kurs li ser sê grûpan dabeş kiriye, di hefteyekê de pênc rojan û rojane sê demjimêran dersan dide.

Mamostayê Zimanê Kurdî Gernas Hezex jî got: “Tenê niha ne li Wanê, tişta ez dizanim, li Stenbolê, Amed, Colemêrgê, Şirnex û Mêrdîn û gelek bajarên din ên Kurdistan û metropalên mezin di bin banê Wezareta Perwerdeyê de kursên Kurdî tên vekirin.”

Gernas, Beşa Kurdî qedandiye, lê wek mamostayê Kurdî nehatiye damezrandin, niha li Koleja Rahêneriya Werzişî ya Zanîngeha Wanê dixwîne û xwendekarê qonaxa sêyem e.

Gernas nîvê mûçeyê wan mamosteyan werdigre ku li kursên cuda yên ziman li Zanîngeha Wanê dersan didin, ji ber bi fermî wek mamostayekê Kurdî nehatiye damezrandin.

Gernas Hezex herwiha got: “Ev 5 sal in min beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha Çewlîgê, lê hêj ez nehatime damezrandin, lewma niha ji neçarî beşeke din dixwînim.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, salane tenê sê mamostayên Kurdî tên damezrandin, du jiwan bo zaravayê Kurmancî û yek jî bo zaravayê Zazakî.

Îsal bo damezrandina 200 mamostayên Kurdî li ser torên civakî kampanyayek hat ragihandin, lê di hejmara damezrandina mamostayên Kurdî de ti guhertinek çênebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst