Du geliyên Dêrsimê wek ‘Navçeyên Hestyar ku Divê Bên Parastin’ hatin nasandin

30-08-2023
Ali Haydar Gozlu
Geliyên Munzur û Pilemûriyê weke warên hesas yên parastî hatin îlankirin
Geliyên Munzur û Pilemûriyê weke warên hesas yên parastî hatin îlankirin
Nîşan Dêrsim Geliyê Munzûrê Geliyê Pilemûriyê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Bi îmzekirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, geliyên Munzûr û Pilemûriyê yên li Dêrsimê wek qadên hesas yên parastî hatin îlankirin.

Ev çend sal bûn ku li Dêrsimê projeyên nû yên madenan dihatin bicîkirin û herwiha rêyên nû jî dihatin vekirin.

Piştî nerazîbûn û giliyê zêde yên xelkê û jîngehparêzan, Serokkomarê Tirkiyeyê biryar da ku geliyên Munzûr û Pilemûriyê bi taybetî bêne parastin û dest nedin jîngeha wan her du geliyan.

Niha bi biryara Serokatiya Komarê ya Tirkiyeyê, geliyên Munzûr û Pilemûriyê yên li Dêrsimê wek “Navçeyên Hestyar ku Divê Bên Parastin” hatine tomarkirin û nasandin.

Ev biryara Erdogan, di rojnameya fermî de jî hat weşandin.

Xelkê Dêrsimê û jîngehparêz jî bi vê biryara parastina xwezaya Dêrsimê, gelekî dilxweş bû.

Parêzer Ozgur Ulaş Kaplan got, “Ji bo parastina wan cihan di warê jîngehê de ev biryareke dilxweşker û erênî ye.

Herwiha ji bo rêgirtina projeyên ku zerarê dighînin herêmê jî biryareke girîng e.”

Çend sal in tevî nerazîbûnan jî projeyên derxistinan kanan berdewam e û niştecihên parêzgehê jî ji vê yekê aciz in.

Tê çaverêkirin ku ew biryar sînorekî ji têkdana jîngeha navçeyê re deyne.

 Ozgur Ulaş Kaplan diyar kir ku her çiqas geliyê Munzûrê navçeyeke Parka Niştimanî ye, li ser wî gelî û Geliyê Pilemûriyê projeyên çêkirina bendavan hebûn û wiha domand:

“Li beramber van projeyan, xebateke yasayî ya demdirêj berdewam bû û xelkê navçeyê jî bi awayekî demokratîk nerazîbûna xwe anî ziman.

Di vê çarçoveyê de, di biryarên dawî yên dadgehê de, biryara hilweşandina wan projeyan hat dayîn lê berdewam gefek li ser vê navçeyê hebû.

Ev biryara dawî careke din bû sedem ku zêdetir ew cih bên parastin.”

Têkdana jîngeha vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê, çendîn sal e bi çêkirina bendavan li geliyên Munzur û Pilemûriyê, kolandina kanan û derxistina madenan dest pê kiriye.

Li Dêrsimê 145 projeyên derxistina madenan hene û sala derbasbûyî jî karkirina bo derxistina madenan di şeş projeyên nû de hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst