Elektrîka du gundên Amedê 15 roj in hatiye qutkirin

25-06-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed DEDAŞ Qutkirina Elektrîkê Gundê Bare Gundê Qelhêta
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gundên Barê û Qelhêta yên ser ni navçeya Çinarê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ve 15 roj in elektirîka her du gundan hatiye qutkirin.

Rêya sereke ya Amed û Mêrdînê ji aliyê cotkarên gundê Barê û gundê Qelhêtayê ve ji tirafîqê re hat girtin.

Saziya elektirîkê DEDAŞê bi hinceta ku beşek cotkarên gundê Barê û gundê Qelhêta yên Çinara Amedê deynên xwe yê sondajên avdaniyê nedane du hefte ne elektirîka her du gundan bi giştî qut kirine.

Ruknedîn rûniştavanê gundê ku elektrîka wan hatiye birrîn dibêje “Qaçax maçax tuneye. Deynê bîst kesan heye yê me gişta birîne. 15 roj in bi giştî DEDAŞê elektirîka me birîne.”

Rûniştavanê gundê bê elektirîk Muslum got “Nexweşên me hene, gedeyên me hene, yê girêdayî makînê hene.”

Zêdetirî 3 hezar rûniştvan, 7 hezar pez û dewar û bi hezaran donim zeviyên pembû û garis yên gundê Barê û Qelhêtê ji ber nebûna elektirîkê 15 roj in bêav in.

Rûniştavanê gundê bê elektirîk Xetîb anî ziman “Mehsûlên me gişt kuştine, pembûyê me kuştine. Deynên çend kesan hene lê DEDAŞ bi hêza eskeran zorê li me dikin. Herkes êlma Dedaşê dikin.”

Rûniştavanê gundê bê elektirîk Pertew diyar kir “15 roj in bîçercî din av erde min de ne, hêj xwe neşûştine. Bêhn ji wan tê.”

Şêniyên her du gundan jî ji bo balkişandina ser rewşa xwe û bi daxwaza vekirina elektirîkê protestoya rê girtina Amed û Mêrdînê li dar xistin.

Rûniştavanê gundê bê elektirîk Elî ragihand “Esla we esla deynê me tune ye. Gişt qaçax nivîsîne. Di meha Mijdar û Adarê de li me nivîsîne. Wê çaxê jî ne avdanî heye, ne jî tiştek din heye.”

Ji ber nebûna elektirîk û avê xelkên van gundan bi tankêran avê ji gundên cînar dikşînîn demkî be jî kêşeya xwe bi vî awayî çareser dikin.

Rûniştavanê gundê bê elektirîk Hesen dibêje “Em diçin ji Xanika Jêr tînîn, em derin ji Xitmîra tînin, ji Şorşimê, ji gundê Daxê tînin.”

Rûniştvana gundê bê elektirîk Şerîfe got “Dolabên me ne, makîneya me ya cilan e, gedeyên me derin çolê cilên wan in, eşyayê wan in, şîv e ma hema her tişt heye.”

Rûniştavanê gundê bê elektirîk Hesen anî ziman “Eşyayên me gişt şewîtîn, telefonên me şewitîn, şarjên me tune.”

Rûniştvana Gundê Bê Elektirîk Mehtap diyar kir “Av tune ku serê gedê xwe bişom. Cilên me gişt neşûştîne, dolabên me gişt bêhn ketinê.”

Li ser pirsgirêka elektirîkê ya her du gundan kompaniya elektirîkê jî daxûyanîyek nivîskî da û tê de dibêje “Ji ber ku rêjeya elektirîka ku bi qaçaxî tê bikaranîn li wan gundan zêde ne ew nikarin bi rêk û pêk enerjîyê bi ser wan de berdin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst