NISÊBÎN - DEDAŞê di dema gihîştina garis de elektrîka cotkaran qut kir

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan DEDAŞ Qutkirina Elektrîkê Nisêbîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê DEDAŞê bi hinceta deynan di dema pêgihiştina berhemê garis de elektrîk li ser cotkaran qut kir.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê, doh li gundê Zoravayê yê Nisêbînê Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta ku deynê cotkarana heye dest daniye ser trafoyên bîrên avdanê.

Tîmên DEDAŞê tevî cendermeyan ji bo rakirina trafoyan çû gund û trafoyên bîrên avdanê li barhilgirekê bar kir û bir.

Bi rakirina wan trafoyan êdî gundî nikarin berhemê xwe yê çandiniyê bi taybetî jî garis av bidin.

Dema pêgihiştina berhemê garis e, xelkê gund karê DEDAŞê wek “zulmeke” li dijî wan bi nav dike.

Cotkaran diyar kir ku garis di serdema xwe ya geşedanê ye û eger neyê avdan hemû berhemê wan dê hişk bibe.

Di van salên dawî de DEDAŞê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku deynê xwe nedane elektrîkê li ser welatî û cotkaran qut dike.

Heta niha gelek caran ev yek di navbera xelkê Bakurê Kurdistanê û tîmên DEDAŞê de bûye sedema aloziyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst