Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê li ser wergirtina genim di rikeberiyê de ne

25-06-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Drûna genim li Rojavayê Kurdistanê didome
Drûna genim li Rojavayê Kurdistanê didome
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hikûmeta Sûriye Rêveberiya Xweser Dexil Genim Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê, li ser wergirtina berhemên dexlûdanan, di kêbirkiyê de ne.

 

Li Rojavayê Kurdistanê, navendên ser bi hikûmeta Sûriyê li aliyekî û yên ser bi Rêveberiya Xweser li aliyekî din, berhemên ceh û genim ji cotkaran werdigirin û her yek ji wan, bi nirxekî cuda berhemên ceh û genim dikire.

 

Heya destpêka vê mehê li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser zêdetirî 100 ton ceh û genim wergirtibû lê niha ew rêje bilindtir bûye.

 

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku ji destpêka vê meha Hezîranê ve, bêhetir ji 105 hezar ton ceh û genim wergirtiye û ji bo vê mebestê, 22 navend diyar kirine.

 

Li gorî amarên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, heta 9ê Hezîranê wan 45 hezar ton ceh û 60 hezar ton genim wergirtine.

 

Rêveberiya Xweser, ji bo kirîna ceh, nirxê 100 lîreyên sûrî ji bo yek kîlogramê û ji bo kirîna genim, nirxê 160 lîreyên sûrî ji bo yek kîlogramê, destnîşan kiriye.

 

Hikûmetê jî nirxê kirîna 1 kîlograma genim ji cotkaran, bi 185 lîreyên sûrî û nirxê kirîna 1 kîlograma ceh, bi 135 lîreyan diyar kiriye.

 

Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ji bo wergirtina berhemên ceh û genim, dê 200 milyon dolar û hikûmetê jî ragihandibû ku wê 400 milyar lîreyên sûrî ji bo heman mebestê terxan kirine.

 

Rêveberiya Xweser pêşbînî dikir ku berhema îsal ji ceh û genim bigihêje 2 milyon û 600 hezar tonî, ji wê: 1 milyon û 100 hezar ton genim û 1 milyon û 500 hezar ton ceh. Lê bi sedema şewatê, ev tibaba pêşbînîkirî, bi awayekî berbiçav, kêm bû.

 

Rêveberiya Çandiniyê ya Parêzgeha Hesekê, ya ser bi hikûmetê, berhema îsal a ceh û genim bi 2 milyon ton texmîn kiribû, ji wan jî: 1 milyon û 150 hezar ton ceh û 850 hezar ton genim.

 

Rêvebeirya Çandiniyê ya ser bi hikûmetê, rûberê çandî bi ceh û genim, li parêzgeha Hesekê, bi 910 hezar hektar texmîn kiribû. Ji wê rûberê heta niha bêhtir ji 705 hezar hektar hatiye çinîn.

 

Li gorî Şaxê Zasiya Sûrî ya Dexlûdanan, li parêzgeha Hesekê, ku ser bi hikûmetê ye, heta niha wan 183 hezar û 934 ton genim û 122 hezar ton ceh wergirtine.

 

Hikûmeta Sûriyê ragihandiye ku Banka Çandiniyê li Parêzgeha Hesekê, heta 24ê Hezîranê, 14 milyar û 744 lîreyên sûrî bihayê fatoreyên ceh û genim li navendên diyarkirî daye cotkaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst