TETWAN – ‘Hemû qehweyên li şaredariyê jî bi xwe re birine’

25-04-2024
Nîşan Tetwan Qehwe Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê, berî hilbijartinên 31ê Adarê qehweyên li şaredariyê hatine birin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê, bi taybetî li ser şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve dihatin birêvebirin gelek nûçe û dîmenên gendelî û diziyê hatin belavkirin.

Li Tetwana ku şaredarê berê ji AK Partiyê bû jî qehweyên li şaredariya hatine birin û dîmenên wan kêliyan belav bûn.

“Hemû bar kirine û birine”

Rojnameger Sînan Aygul li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên birina qehweyan belav kirin û ragihand:

“Qehwe birine. Li Şaredariya Tetwanê çiqas qehwe hebin berî hilbijartinê hemû birine.”

Ew qutiyên xuya dikin qehwe ne. Wekî diyariyan hatine amadekirin û qaşo didan welatî û mêvanên ku dihatin.

Beriya hilbijartinê çi mabe hemû bar kirine û birine. Ne diyar e ku birine kû derê.

Eger hûn li derekê bibînin ji kerema xwe re xeberê bidin min.

Gendelî tenê bi dizîna milyonan, milyaran nayê eşkerekirin, tenê bi vî awayî hesab nayê pirsîn.

Carinan bi tiştê herî biçûk tê kirin. Tewr a herî xweş ew e, ya ku bi ya herî biçûk tê kirin.”

Li Tetwanê di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de DEM Partiyê ji sedî 48,53yê dengan û AK Partiyê ji sedî 33,02yê dengan standibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst