Şaredariya Mûşê mûçeyê karmendan ji sedî 115 zêde kir

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Şaredarî Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê mûçeyê karmendan ji sedî 115 zêde kir.

Peymana salane ya karmendên bikadro û yên domdar ên di bin banê Şaredariya Mûşê de hat îmzakirin.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê; Şaredar Feyat Asya, Serokê Şaxa Sendîkaya Hak-Îşê Yaşar Kalir, alîkarên serok, rêvebirên yekîneyan û karmendan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de mûçeyê karmendan ji sedî 115 hat zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst