Hewlêr (Rûdaw) – Ahmet Turk bû bernamzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji DEM Partiyê ji bo berbijêriya Hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kir.
Ahmet Turk serlêdana xwe ya bernamzediyê bi peyamekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û got:
“Ji bo ku em ji qeyûm hesab bipirsin, xebatên xwe yên nîvçe mane biqedînin û îradeya gel dîsa bi Mêrdîna bajarê ziman û olan re bînin cem hev, min ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li DEM Partiyê da."
Ahmet Turk di hilbijartinên berê yên şaredariyan de wekî Şarederê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin lê li şûna wî 2 caran qeyûm hatibû danîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse