Ji ber germahiya zêde 30 kes mirin

25-04-2024
RÛDAW
Nîşan Tayland Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taylandê pileya germahiyê bûye 50 û hikûmetê jî rewşa awarte ragihand.

Li gorî zanyariyan ji ber germahiya zêde heta niha herî kêm 30 kesan canê xwe ji dest daye.

Hikûmeta Taylandê ji ber germahiya zêde rewşa awarte ragihand û ji welatiyan xwest ku li malên xwe bimînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Taylandê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji 1ê Sibatê heta 17ê Nîsanê ji ber germahiya zêde 30 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuaniya wezaretê sala 2023yan ji ber germahiyê 37 kesan canê xwe ji dest dabû.

Hefteyek e pêleke germahiyê başûr û başûrrojhilatê Asyayê dorpêç kiriye.

Hikûmeta Filîpînê ji ber germahiyê biryara girtina dibistanan da.

Li Bangladeşê jî nimêjên baranê tên kirin.

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Kontrolkirina Nexweşiyan ê Taylandê Derek Xampeyin ji kesên kal û pîran û kesên nexweşiyên wan ên daîmî hene dernekevin derve.

Derek Xampeyin herwiha ji kal û pîran xwest ku avê vexwin.

Bi giştî meha nîsanê li Taylandê û welatên başûr û başûrê Asyayê meha herî germ e.

Guherîna avhewayê bandora germahiyê zêdetir kiriye.

Roja duşemê li parêzgeha Lampangê ya Taylandê pileya germahiyê bûbû 44,2 sala borî jî pileya germahiyê bûbû 44,6an.

Li Myanmarê ku cîranê Taylandê ye pileya germahiyê bûye 45,9 û tê çaverêkirin ku pileya germahiyê zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst