Li Çelê werzê çandina birinc dest pê kir

26-04-2020
Kerem Arî
Kerem Arî
Li Çelê çandiniya birîncê
Li Çelê çandiniya birîncê
Nîşan Çelê Colemêrg Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Çelê  yê Colemêrga bakurê Kurdistanê çandina birinca xwezayî destpê kir û Niştecihên gundên Gêman û Biyadirê nêzikê 500 sal in bi awayekî palûte birincê diçînin û hevkariya hevdu dikin. Birincê Çelê ji bilî tama wê ya xweş, ji bo tendûristiyê jî baş e.

Hejmareke zêde ya zilaman bi her du milan bo debara xwe ya îsal li nav zeviyeke birincî kar dikin.

Çelê ku navçeyeke biçûk, çiyayî û berhemdar ya parêzgeha Colemêrgê ye, di heman demê da li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.

Niştecihên gundê Gêman û Biyadir sere sibê zû radibin û ji bo çandina birincê xwezayî her du milan bi meran dest bi karê xwe dikin. Xelkê gund ji ber zehmetiya vî karî her rojê zeviyeke gundiyekê dikêlin û hevkariya hev dikin. 

Li gorî texmînan ev birinç ev 500 sal in bi vî avayî tê çandin û di dîrokê de bûye sembola zenginiyê, her wiha ji bo tenduristî û temendirêjiyê pir baş e. 

Ew birincê bêhempa li navenda Çelê, gundên Biyadir, Gêman, Dola Tixûbê, Gêse, Hêşetê, Zayite, Gûzareş tê çandin û bi çemên geliyê Tiyarê û Zê tê avdan

Niştecihê gundê Biyadir Halit Seven dibêje: “'Her sal destpêka nîsanê dest bi amadekirina zeviyên birincî dikin û dawiya Gulanê ev karê çandinê xilas dibe. Qasî ku têra me bike diçînin. Em û mirovên xwe û cîran têne ba hev û hevkariya hev dikin. Kareke gelek zehmet e, hemû gavan bi mere kar dikin, di nav kurê de ne. Berê me ev kare bi gayên cotî dikir, îro ev karê me pîçekê hesantir bûye û traktor zeviyê çêtir dikêlin.''

Cotkar di mehên Îlon û Cotmehê de berhema van zeviyan kom dikin û wî birincê him ji bo mala xwe bikar tînin him jî difiroşin bajarên Bakurê Kurdistanê û bi vî avayî debara xwe dikin. 

Beriya 30 salan piraniya niştecihên Çelê bi birincî debara xwe dikirin, lê piştî destpêkirina şer û pevçûnan piraniya gundan hatin valakirin, û niha rêjeyeke gelek kêm a van zeviyan tê bikaranîn,  piraniya niştecihên van gundan jî ji tekane debareya xwe bêpar mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst