Hewlêr (Rûdaw) - Di ser şehîdketina Nûçegihana Rûdawê Şîfa Gerdiyê re 8 sal derbas bûn.
Nûçegihana Rûdawê Şehîd Şîfa Gerdî li Mûsilê sala 2017an dema ku bernameya bi navê “Fokus Mûsil” amade dikir ji ber teqîna mayineke DAIŞê şehîd ket.
Her wiha di wê bûyerê de kameravanê Rûdawê Yûnis Mistefa jî bi dijwarî birîndar bû.
Şîfa Gerdî destpêka operasyona Mûsilê bernameyeke taybet derbarê şerê Mûsilê bi navê "Fokus Mûsil" bi awayekî meydanî amade dikir.
Ew wekî rojnamegereke şer li eniyên şer amade dibû.
Şîfa Gerdî di wî şerê kavilker de ti carî çavê xwe ji aliyê mirovî nedida alî.
Ew mil bi milê leşkeran diçû qada şer û li ser rêyan radiwestiya da ku çavê wê bi jin û zarokên ku ji şer û tundiyê reviyabûn bikeve.
Dîtina goreke bikom li derveyî Mûsilê yek ji xwestekên wê yên taybet bû.
"Xesfe" çaleke xwezayî ya kûr bû ku çekdarên DAIŞê ew kiribûn goreke bikom.
Hinek leşkerên Îraqê 25ê Sibata 2017a berê Şîfa Gerdiyê da cihê gora bikom.
Şîfayê di dawiyê de ew çîrok dîtibû ku heyamek bû lê digeriya.
Lê hîn kamerayê bi temamî dest bi wênegirtinê nekiribû dema ku leşkerekî pê li bombeyeke vedayî ya DAIŞê kir.
Dema Şîfa Gerdiyê li wir bi dawî bû û demildest bi teqînê canê xwe ji dest da.
Şehîdketina Şîfa Gerdiyê dilê miletekî şikand û civaka rojnamegeran yek ji wêrektirîn endamên xwe ji dest da.
Tora Medyayî ya Rûdawê wê demê biryar da, ji bo rêzgirtina karê jinên rojnameger ku rûmala şer dikin an raporên lêkolînan amade dikin Xelata Şîfa Gerdiyê pêşkeş bike.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi vê mebestê ji bo diyarkirina xelatgira salane ya Xelata Şîfa Gerdiyê komîteyek ava kir ku ji çend pisporên medyayê yên li Herêma Kurdistan û Ewropayê pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse