Li Nisêbînê welatiyekî li dijî cezayê DEDAŞê çalakiya rûniştinê da destpêkirin

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Xwepêşandan Salveger Nisêbîn DEDAŞ Mehmet Yagiz Ceza Kamuran Tanhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê welatiyekî li dijî cezayê DEDAŞê çalakiya rûniştinê da destpêkirin

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gundê Kertwenê yê navçeya Nisêbînê bi hinceta ku elektrîkê bi qaçaxî bikar aniye 24 hezar lîre ceza li welatiyê bi navê Huseyîn Yagizê 90 salî biriye.

Kurê Huseyîn Yagiz, Mehmet Yagiz got ku bavê wî nexweşê li ser doşekê ye û wan bi ti awayî elektirîka qaçax bikar neaniye.

Herwiha Mehmet Yagiz tekez kir DEDAŞê bi neheqî ew ceza li bavê wî biriye.

Li heber vî cezayî Mehmet Yagiz nerazîbûna xwe nîşan da û ji bo ku ev ceza bê hilweşandin serî li aliyên peyendîdar daye.

Lê hemû hewildanên Mehemet Yagiz bê encam maye.

Yagiz li ser vê yekê li dijî DEDAŞê li gund çalakiya rûniştinê daye destpêkirin û li ser pankartekê wiha nivisiye:

”Ji ber ku Saziya Elektirîkê ya Dîcleyê ji bo xaniyê vala ceza  biriye em wê saziyê şermezar dikin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Kamuran Tanhan roja Çarşemê ligel şandeyeke partiya xwe çûn gund û piştgiriyê dan çalakiya rûniştinê ya Mehmet Yagiz.

"DEDAŞê 24 hezar lîre ceza li mala vala birî"

Kamuran Tanhan li ser hesabê xwe ya medyaya civakî dîmenên serdanê belav kiri û nivîsiye:

“Mehmet Yagizê ku niştecihiyê gundê Kertwenê yê Nisêbînê ye, 24 hezar lîre cezayê elektirîkê yê ku DEDAŞê bi hinceta bikaranîna qaçax ji bo mala bavê wî ya ku ev 10 meh in vala ye biriye, qebûl nekir û çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Em îro ligel rêxistina me ya bajar û navçeya Nisêbînê çûn serdana Mehmet Yagizê ku li hember zilma DEDAŞê têdikoşe û me piştevaniya xwe ji wî re diyar kir.”

Van demên dawî Kompanyaya DEDAŞê bi hincetên wek elektirîka qaçax cezayên mezin dide welatiyên li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û gelek caran elektirîkê li ser wan qût dike.

Çend caran li ser vê mijarê di navbera welatî, berpirs û karmendên DEDAŞê de pevçûn û alozî jî derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst