AMED - Xelk ji bo Zozanê Hesandînê rabû ser pêyan

11-08-2024
Abdulselam Akinci
Xelk ji bo Zozanê Hesandînê rabû ser pêyan/Wêne: Rûdaw
Xelk ji bo Zozanê Hesandînê rabû ser pêyan/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Zozanê Hesandînê Pasûr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Zozanê Hesandînê yê navçeya Pasûra Amedê lêgerîna madenê ya li çiya û baniyên wî zozanî bi girseyî hat protestokirin.

Li gorî ragihandina Platforma Parastina Zozanê Hesandînê kompanyayên medenê yên taybet ku ruxset ji saziyên fermî yên pêwendîdar girtine ji ax û latên zozanê wan nimûneyan digirin ku dest bi derxistina madenê bikin.

“Gelek kompanyayan ruxseta lêgerîna madenê girtiye”

Parêzerê Gundên Zozanê Hesandînê Ahmet Înan got:

Li vir em dibînin ku ji 2012an vir ve gelek kompanyayan ruxseta lêgerîna madenê girtiye û raporên bandora wan medenan ya li ser jîngehê amade kiriye.

Lê heta niha ji ber bertekên welatiyên vir wan dest pê nekiriye.”

Gundiyên 12 gund û bi dehan mezrayên bi sedan sal in li wî zozanî ajelvanî dikin û bi giştî dahata wan ji wî zozanî ye dibêjin:

“Bila canê me ji me bistînin lê zozanên me ji deste me neçe û jîngeha me bi deste şîrketên medenan wêran nebe.”

“Eger zozanê me ji deste me here dê gêncên me bikevin destê tiryakê”

Zozaniyê Hesandînê Seyîtxan Emre wiha axivî, “Ku ev zozanê me ji deste me here em dê çi bikin.

Gêncên me dê tev herin bikevin deste tiryakê. Em naxwazin tu gêncekî me ji vir here.”

Zozaniyê Hesandînê Hemdî Kaya ragihand, “Em bejin komir heye, krom heye, hesin heye a ji ber wî ji bo menfaeta xwe ketine ku vî zozanî xirab bikin.”

Zozaniyê Hesandînê Fener Boran diyar kir, “Zozanê me ji deste me here ti tiştek ji me re namîne. Em jî namînin.

Em dê kû da herin çi bikin. Îro jiyan biha bûye kes nikare here di bajaran de îdareya xwe bike.”

“Em nikarin ji hindir derkevin”

Zozaniyê Hesandînê Bayram Ay anî ziman, “Liv ir çemê me xera kirin tê de hîdromek çêkirin.

Ev çem qediya çû. Em jê zirarmend derketin, em nikarin ji hundir derkevin.

Bendav çêbû dîsa bi wî qeydê bû. Bendavê jî xwezaya me xira kir.

Maye vira heke vira jî xera bibe jiyana van însanan diqede.

Di xwepêşandana li dijî kompanyayên medênê de li gel şêniyên devera Hesandînê bi dehan sazî û komeleyên jîngehê di asta nûneran de beşdar bûn û piştevaniya xwe ji bo parastina Hesandînê ragihandin.

“Em çiqas bêdeng dimînin şîrket û dewletê li ser axa Kurdistanê karen medenê dikin”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, “Em dibînin ku em çi qasî bêdeng dimînin bi rastî şîrket û dewletê li ser axa Kurdistanê van karen madenê dikin.

Ev xebat bi çi awayî tên kirin? Bi medeyên kimyasal tên kirin. Ev ava ji vir derdikeve diçe Dîcleyê.

Tevahiya Mezopotamyayê ji wê avê şîn dibe. Em dibêjin em naxwazin v xebat li vir çêbibe.”

Xwepêşandana zozaniyên Hesandînê û saziyên civaka sivîl ên Amedê û komeleyên ekolojiyê bi govend û dîlan û dirûşmeyên li dijî lêgerîna medenan bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst