Li Dîlokê pevçûna bi çekan: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

25-02-2025
Nîşan Dîlok Pevçûn Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çek û kêran de kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li Taxa Guneykentê ya Dîlokê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye eşkerekirin nîqaş derketiye.

Piştî ku nîqaş veguheriye pevçûnê A.A. bi çekê, 2 kesên ku navên wan nehatine zanîn jî bi kêrê birîndar bûne.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê A.A. û her du birîndarên din veguhastine nexweşxaneyên li bajêr lê A.A. ji mirinê nefilitiye.

Polîsan piştî bûyerê dest bi lêgerîna kesên ku reviyane kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst