Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsifê got, “Em hêvî dikin ku demeke nêzîk bi ENKSyê re bicivin.”
Her wiha got, “Piştî serdana Fermanderê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî a Herêma Kurdistanê, hêviyên Kurdan mezintir bûne.”
Li Silêmaniyê “Dîdara Başûr a ji bo Paşeroja Rojavayê Kurdistanê” hat lidarxistin.
Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif, Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Derve ya PYDyê Sîhanok Dîbo, Nûnerê PYDyê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal beşdarî dîdarê bûn.
Her wiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî bi rêya Zoomê jî beşdar bû.
Beşdariyên dîdarê banga yekrêziya aliyên Kurdan kir.
Her wiha hat gotin ku ji bo paşeroja Rojavayê Kurdistanê divê aliyên Kurd li ser bingeha sîstema nenavendî kar û xebatên xwe bidomînin.
“Mafên gelê Kurd li Sûriyeyê rewa ne”
Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsifê ji Rûdawê re got ku niha derfetek heye ku Kurd li Sûriyeyê mafên xwe yên rewa bi dest bixin û got, ev derfet divê baş were bikaranîn.
Perwîn Yûsifê da zanîn ku ew dixwazin ji ezmûna Başûrê Kurdistanê sûdê wergirin û got:
"Pêwîst e her sê parçeyên din ên Kurdistanê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin.
Rola her sê perçeyên din ên Kurdistanê û yekrêziya Kurdan ji bo sistema nenavendî girîng e.
Her wiha divê her partî û sazî hemû pêwendiyên xwe yên navneteweyî bixin xizmete Rojavayê Kurdistanê û zexteke navneteweyî bidin çêkirin."
"Hikûmeta nû ya Sûriyeyê pirrengiyê qebûl nake”
Yûsifê derbarê hikûmeta nû ya Sûriyeyê de jî got ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê pirrengiyê qebûl nake û pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriyê heye û got:
“Sistema niha ya Sûriyeyê her çi qasî mafên gelê Kurd bilev dike lê li ser destûra nû û çarenivîsa Sûriyeyê hîn jî nîqaş nehatine kirin.”
“Piştî serdana Mezlûm Ebdî hêvî mezin bûn”
Hevseroka PYDyê derbarê yekrêziya Kurdî de got ku piştî serdana Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya Başûrê Kurdistanê hêviyên wan mezintir bûne.
Perwîn Yûsifê got ku nêzîkbûnek di navbera aliyan de heye lê heta niha civînek bi ENKSyê nehatiye lidarxistin.
Yûsifê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku guvaşê li ENKSyê bike da ku yekrêziyê qebûl bike û got:
"Em bi hêvî ne di demeke nêzîk de bi ENKSyê re bicivin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse