Hemû navçeyên Rêveberiya Xweser dibin yek herêm

30-08-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Niha 7 herêmên Rêveberiya Xweser hene
Niha 7 herêmên Rêveberiya Xweser hene
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Herêm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hemû navçeyên wê bibine yek herêm û destûreke nû ji bo wê tê danîn.

Li herêmên di bin Rêveberiya Xweser de amadekarî ji bo girêbesteke nû ya civakî tê kirin.

Piştî 5 salan ji ragihandina Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku hemû ew navçe dê bibine yek herêm.

Herwiha dê destûreke nû ji bo wê bê dariştin.

Hevserokê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser behsa wê yekê dike ku ew kar li ser amadekirina girêbeske civakî ya nû dikin.

Li gorî wê girêbestê dê rêveberiyeke xweser a nû hebe.

Hevserokê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Ettê got:

"Niha em li ser pesendkirina girêbesteke nû kar dikin ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser li xwe bigire.

Êdî piştî pesendkirina girêbesta civakî ya nû û li gorî vê girêbesta nû, Rêveriya Xweser a nû dê bê pêkanîn, li ser prensîpa demokrasiya sazane.

Xwendineke demdirêj a bêhtir ji salekê li ser vê girêbestê hate kirin û gotûbêj li ser reşnivîsê hate kirin. 

Êdî amade ye da li ber Encûmena Giştî bê nîşandan, ji bo bê pesendkirin û piştre li navçeyên Rêveberiya Xweser kar pê bê kirin."

Hevserokê Encûmena Giştî di wê baweriyê de ye ku ji bo rewşa Sûriyê, “Rêveberiya Xweser” take sîstema guncaw e.

Ferîd Ettê herwiha got, “Me, gelên navçeyên Rêveberiya Xweser, dît ku ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji astengiyên tê de ye, sîstema Rêveberiya Xweser li Sûriyê take çare ye.”

Bi gotina Ferîd Ettê, heft herêmên Rêveberiya Xweser hene: Cizîr, Ferat, Efrîn, Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezor.

Ew herêm hemû piştî ku bê pesendkirin dê li jêr sîbera Rêveberiya Xweser, li gorî girêbesta civakî ya nû kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst