Kuştina 12 leşkerên Tirkiyeyê karvedan li pey xwe anîn: ‘Berpirs xemsar bûn an na?’

24-12-2023
RÛDAW
Parlamentoya Tirkiyeyê
Parlamentoya Tirkiyeyê
Nîşan Artêşa Tirkiyeyê PKK Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 24 demjimêran de 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn û 25 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye ku ev amarên fermi yên Tirkiyeyê ne.

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler diyar kir ku wan şeva borî çend baregehên PKKyê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Hevdem artêşa Tirkiyeyê çend cih li Rojavayê Kurdistanê jî kirin armanc.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî anî ziman:

“Em dê li ser bicihkirina vê stratejiya xwe heta jinavbirina terorîstê dawî berdewam bin. Tirkiye li Îraqê yan jî li bakurê Sûriyeyê, rê nade damezrandina statuyeke terorê.”

Şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê di rojên 22 û 23ê vê mehê de li navçeyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bûye û PKK dibêje, wan di şer de 36 leşkerên Tirkiyeyê kuştine û dest jî danîne ser 17 çekan.

Kuştin û birîndarbûna wan serbazan jî bû sedema karvedanên fraksiyonên nav Parlamentoya Tirkiyeyê.

AK Partî, MHP, ÎYÎ Partî û Saadetê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin lê CHPyê tevî ku PKK şermezar jî kir amade nebû ku wê daxuyaniyê îmze bike.

“Berpirs xemsar bûn an na?”

Wekîlê Serokê Koma CHPyê Alî Mahir Başarir got:

“Parlamentoya Tirkiyeyê, divê bêyî ku demê wenda bike rûniştineke girtî organize bike. Hatina Wezîrê Parastinê ya parlamentoyê û dayîna zanyariyan ji neçariyê ye.

Çima rê li ber wê êrişa xiyanetkar nehat girtin? Berpirs xemsar bûn an na?”

Artêşa Tirkiyeyê nêzîkî dû salan e “operasyona bi nave Pence-Kilîd” li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî PKKyê ragihandiye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê canjidestdana 841 gerîla û kuştina 123 leşkerên artêşa welatê xwe di çarçoveya vê operasyonê de ragihand.

HPGyê jî kuştina 3 hezar û 60 leşkerên Tirkiyeyê û canjidestdana 400 gerîlayan ragihandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst