Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê bi guleyên cendirmeyan hat kuştin

24-11-2023
Nîşan Îdlib Hesekê Ciwan Cendirmeyên Tirkiyeyê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ba gundê Xirbet el-Cozê yê li bakurê parêzgeha Îdlibê, li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê cendirmeyan hat kuştin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ew ciwan ji Hesekê ye û dema wî xwestiye derbasî Bakurê Kurdistanê bibe cendirmeyên Tirkiyeyê ew kuştiye.

Di heman demê de, zarokekî Helebî yê 15 salî jî li heman cihî ji aliyê cendirmeyan hat gulebarankirin.

Hêzên Tirkiyeyê piştre ew ciwan veguhastiye Bakurê Kurdistanê lê wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023yan û heta niha 30 welatiyên Sûriyeyê, li ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê ji aliyê cendirmeyan ve hatine kuştin.

Herwiha 46 welatiyên Sûriyeyê jî hatine birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst