Tirkiyeyê Şêladizê bombebaran kir: Du sivîl hatin kuştin

08-03-2024
 Araz Ferec û Seîd Mubarek / Wêne: Rûdaw Graîk
Araz Ferec û Seîd Mubarek / Wêne: Rûdaw Graîk
Nîşan Şêladizê Tirkiye Bombebaran Sivîl Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Şêladizê ya Dihokê di bombebarana Tirkiyeyê de du sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.

Temenên wan di navbera 35 û 40 salî de ne û ji gundê Dêwîkê yê Şêladizê ne.

Di vê bombebarana Tirkiyeyê de Seîd Mubarek Dêwîkî û Araz Ferec canê xwe ji dest daye û Salih Mubarek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên ku xizmên wan dane, ew sivîl ji bo çinîna giyê çûne Çiyayê Girê lê bûne hedefa balafirên Tirkiyeyê.

Li hêla din, CPTyê ragihandibû ku Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst