Li Stenbol û Enqereyê 103 kes bi alkola sexte mirin

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Enqere Stenbol Alkola Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Enqere û Stenbolê yên Tirkiyeyê îsal 103 kes bi alkola sexte mirine û gelek kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li Tirkiyeyê her diçe mirinên ji ber alokola sexte zêde dibin, piştî Stenbolê niha heman kabûs li Enqereyê jî heye.

Parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn ragihand ku li bajarê wan ji ber alkola sexte 33 kes mirine û 20 kes jî li beşa çavdêriya hûr tên dermankirin.

Bi mirinên li Enqere û Stenbolê, hejmara kesên ku ji destpêka îsal ve ji ber alkola sexte mirine gihişt 103 kesan.

Şahîn da zanîn ku rojên dawî li Enqereyê mirinên ji ber alkola sexte zêde bûne û wan li beramberê vê rewşê tedbîrên xwe zêde kirine.

Şahîn derbarê pişkinîn û operasyonan de jî agahî dan û wiha pê de çû:

"Di encama xebatan de hêzên ewlehiyê dest danîne ser nêzîka 102 ton alkola etîl û metîl.

Ji vê 62 ton di operasyonên li Duzce û Konyayê de dest bi ser de hatiye girtin.

e dijî 32 kesên ku hem alkola qeçax çêdikin û hem jî difiroşin karûbarên yasayî dane destpêkirin û 13 kes ji wan hatine girtin.

Alkol ji bo tendirûstiya me madeyeke zerarbexş e. Eger were bikaranîn jî divê ji firoşgehên fermî were kirîn."

Tê gotin ku welatiyên li Enqereyê mirine ji deverên cuda alkol kirîne û hinek li malên xwe bêyî ku bigihînin nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Beşeke girîng a kesên ku li beşa çavdêriya hûr in li Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê tên dermankirin.

Li aliyê din, hatiye ragihandin ku îsal li Stenbolê jî 70 kes ji ber alkola sexte mirine û 21 kes tên dermankirin

Her wiha li Stenbolê 190 kes hatine desteserkirin û 11 ji wan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst