MEREŞ - Kulm li jinekê xistibû, hat girtin

20-01-2025
Nîşan Mereş Jin Êriş Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê kesê ku kulm li jinekê dabû hat girtin.

Dema jina bi navê N.N.A. li Bazarcixê li kolanê dimeşiya, kesê bi navê Y.E.Y. ji pêşberî ve hat, kulmek li ser û çavên wê da û derbas bû.

Polîsên Beşa Asayîşê ya Birêvebiriya Ewlehiyê Bazarcixê ew kes bi rêya kamerayan tesbît kir û paşê desteser kir.

Tawanbar pêşî li ser biryara dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Serdozgeriya Komarî ya Bazarcixê ji bo ku tawanbar were girtin serî li dadgeha bilindtir da.

Tawanbar piştî vê yekê careke din hat desteserkirin û li dadgehê hat girtin û dadgehê berê wî da girtîgehê.

Bûyerê 16ê Kanûna Paşîn rû dabû û ew kêlî ji aliyê kamerayan ve hatibûn tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst