Bi Peymana Lozanê re Kurdistan hat perçekirin

24-07-2023
RÛDAW
Îro 100 sal bi ser Peymana Lozanê re derbas dibin
Îro 100 sal bi ser Peymana Lozanê re derbas dibin
Nîşan Peymana Lozanê Kurdistan Tirkiye Mafê Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 100 sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin. Ew peymana ku bû sedema dabeşbûn û bêparbûna Kurdan ji temamê mafên bingehîn ên weke dewletbûn, parastina ziman, çand û dîrokê.

Bi Peymana Lozanê re perçebûna Kurdistanê misoger bû û Kurd weke pêkhate jî nehatin hesibandin ku mafên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, parastina çand û kultur û azadiyên din sûdê bibîne.

Kurdan îsal bi boneya 100 saliya Lozanê gelek çalakî li dar xistin. Konferans, vekirina dozekê li hemberî Tirkiyê, meşên takekesî û preskonferans çend ji wan çalakiyan bûn ku hatin kirin û xwestin bala raya giştî a cîhanî bikşînin ser mafên ku bi riya wê peymanê hatine binpêkirin.

Peymana Lozanê

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Frensa, Şahnişîniya Îtalya, Japonya, Romanya, Tirkiye, Yugoslavya û Şahnişîniya Yûnanî de hate îmzekirin.

Xalên Peymanê derbarê sînor, tengav, deyn, qerebûya şer, kêmîne-kêkhate, patrîkxane û dibistanên biyanî de bûn.

Mafên Pêkhateyan

Tirkiyê misoger dike ku tu yasa û rêziknameyên fermî, li gel serweriya xalên 38 heta 48an ne nakok bin û ne di ser wan xalan re bin.

Xala 38. Hikûmeta Tirkiyê, maf û azadiyên temamê xelkê Tirkiyê, bêyî ku guh bide cudahiya jidayikbûn, nijad, ziman, bawerî û dîn misoger dike û diparêze.

Xala 39. Pêkhateyên ne misilman, xwediyê heman mafên medenî û siyasî ên misilmana ne.

- Temamê xelkê Tirkiyê, bêyî cudabûna baweriya dînî, li hemberî yasayê wekhev in.

- Temamê hemwelatiyên Tirkiyê di xizmetên giştî, damezirandin û bilindbûnê de, di pêkanîna temamê pîşe û huneran de azad in û nayêne astengkirin.

- Her hemwelatî dikare di pêwendiyên taybet û bazirganî de, di medya û çapê û civînan de zimanê xwe bikar bîne.

- Li kêleka hebûna zimanê fermî, kesên ku zimanê wan cuda be, divê karibe li pêşberî dadgehan bi zimanê xwe biaxive.

Xala 40. Hemwelatiyên nemisilman, dikarin sazî û komeleyên dînî, civakî û perwerdeyî damezirînin, merasîmên dînî rêk bixin.

Xala 41. Hikûmeta Tirkiyê mafê perwerdeya bi zimanê wan ji bo temamê hemwelatiyên nemisilman misoger dike.

Xala 42. Hikûmeta Tirkiyê, pesend dike ku rêziknameyên pêwîst bi çareserkirina pirsgirêkên nemisilmanan, li gorî adetên wan derxîne.

-Hikûmeta Tirkiyê, Dêr, Hevra, Goristan û saziyên dînî ên pêkhateyan diparêze, asankariyên pêwîst ji wan re dike.

Xala 43. Divê pêkhateyên nemisilman neyêne neçarkirin ku di rojên perestin û merasîman de li dadgeh û saziyên fermî amade bin.

Xala 44. Tirkiyê van xalan dixe bin parastina sêwana Cemiyeta Miletan û li wir jî bêyî piraniya dengan guhertin têde nabin.

Xala 45. Ev peyman, mafên pêkhateyên li Tirkiyê, dide pêkhateya Misilman a li Yûnanistanê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst