Newroz li Amerîkayê jî hat pîrozkirin: 'Ji vê Newrozê bêhna aştiyê tê'

23-03-2025
Sinan Tunçdemir
Beşdarên Newroza Amerîkayê /Wêne: Rûdaw
Beşdarên Newroza Amerîkayê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Kurd Newroz New Jersey
A+ A-

New Jersey (Rûdaw) - Wekî salên berê Newroz îsal jî bi beşdarbûn û bi coşeke mezin li eyeleta New Jerseyê ya Amerîkayê hate pîroz kirin.

Li çar aliyê cihanê Kurd Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî bi kêfxweşiyeke mezin pîroz dikin.

Bi sedan kes ji diyasporaya Amerîkayê û Kurdên ji 4 parçeyê Kurdistanê bi cilûbergên xwe yên gelêrî ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev civiyan û bi hev re govend gerandin û lîlandin.

Her wiha di pîrozabahiya Newroz a îsal de bi taybetî jî peyama yekîtiya kurdan derket pêş.

"Ji vê Newrozê bêhna aştiyê tê"

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê hestên xwe wiha anî ziman:

"Newroza hemû gelê Kurd ji 4 parçeyê Kurdistanê pîroz dikin. Newroza îsal a 2025an gelekî cuda ye.

Ji vê Newrozê bêhna aştiyê tê û bêhna azadiyê tê bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê.

Yekîtiya gelê Kurd gelekî mûhîm e îsal. Newroza îsal wê bibe yekitiya gelê kurd bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê."

"Em li malê 3 kes bimînin jî em dê agirê xwe pêxin"

Beşdarê Newrozê Firat Ozer got, "Kû derê dibe bila bibe em dê Newroza xwe pîroz bikin.

Em li malê 3 kes bimînin jî em dê agirê xwe pêxin û xwe di ser de biavêjin û Newroza xwe pîroz bikin.

Newroz ji bo me çandek cuda ye. Çand û pîrozbahiyên gelan hene û ya me jî Newroz e. Bila kes dest neavêje Newroza me.

"Newroza îsal azadiya Kurdistanê ye"

Yek ji organîzatorê Newroza li New Jerseyê Ugur Yavuz wiha axivî, "Wateya Newroza îsal azadiya Kurdistanê ye.

Ez dizanim ku ji bo min Newroza îsal bi Rojavayê re germe. Ez dizanim ku bi vê Newrozê re Kurdistanê azad bibe.

Destpêk li Rojava û piştra jî li dawî wê li Bakur bibe. Em dê her 4 parçê Kurdistanê azad bikin.

Ji bilî mezinan, zarok jî bi malbatên xwe re beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û gelekî dilşad bûn.

Zarok her çi qasî li Amerîkayê mezin bibin jî bi cilûbergên xwe yên gelerî beşdarê Newrozê bûn û hez kirin ku bi Kurdî biaxivin.

Beşdara Newrozê Zilanê got, "Newroza min baş e û em bi hevalên xwe re dilîzin û pîroz dikin. Ez ji Newrozê gelekî hez dikim."

Beşdara Newrozê Evinê wiha anî ziman, "Ez ji Newrozê pir hez dikim. Di Newrozê de ez havalên xwe dibînin û bi wan re diaxivim.

Ez li wir kitêban dikirim, bi hevalên xwe re dileyîzim û bi malbata xwe re wextekî baş derbas dikim."

Ne tenê Kurdên ku li New Jerseyê dijîn beşdarê pîrozabahiya Newrozê bûn her wiha gelek kes ji eyaletên wekî New York, Connecticut, Pennsylvania û Washington D.Cyê jî hatin û bi hev re Newroza xwe pîroz kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst