Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li beramberî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Qaxizmanê got ku "Em vê derbeya li dijî demokrasî, îradeya gel û hevşaredarên wan ên hatine hilbijartin bi ti awayî nas nakin!”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê roja 24ê Sibatê derengê şevê ragihand ku Şaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan ji kar hatiye dûrxistin û Qeymeqamê Qaxizmanê Okan Daştan wekî qeyûm li şûna wî hatiye danîn.
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî biryara danîna qeyûm da û got:
"Yên ku ji îradeya gel ditirsin dîsa li ser kar in! Qeyûmê ku li ser Şaredariya Qaxizmanê ya Qersê hat danîn, şerê desthilata AKPyê yê li dijî mafê dengdan û hilbijartinê yê gel e."
DEM Partiyê diyar kir ku ji ber şaredariyên wan xizmeta gel dikin û pergala gendeliyê têk didin, dibin hedef û diyar kir:
“Ne em û ne jî gelê me xespa qeyûman qebûl nakin!
Em vê derbeya li dijî demokrasî, îradeya gel û hevşaredarên me yên hatine hilbijartin bi ti awayî nas nakin! Dê pergala qeyûm hilweşe, gel bi ser bikeve!”
Halkın iradesinden korkanlar yine devrede!
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) February 24, 2025
Kars Kağızman Belediyesine atanan kayyım, AKP iktidarının halkın seçme ve seçilme hakkına karşı açtığı savaştır.
Belediyelerimiz halka hizmet ettiği, yolsuzluk düzenini bozduğu için hedef alınıyor. Ancak kayyım gasplarını ne biz ne de… pic.twitter.com/nNAMuEya3A
"Ew dê herin em dê bimînin"
Li aliyê din Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir.
"Di 1ê Adarê de, tevî hemû hîleyên sindoqan, desthilata AKPyê ya ku nikare şaredariyên me yên ku me bi dest xistine hezim bike, dev ji siyaseta qeyûm a ku sê serdem in didomîne bernade.
Ewên ku bi paşguhkirina îradeya gel vê şermê îmze dikin, niha jî qeyûm tayînî Şaredariya Qaxizmanê kirin.
Em dê vê neheqî, bêedaletî û bêrûmetê qet qebûl nekin! Qeyûm; bêhiqûqî, gendelî û talan e.
Lê bila ji bîr nekin, ew ê biçin, em ê bimînin! Îradeya gel dê bi ser bikeve!"
31 Mart’ta, tüm sandık hilelerine rağmen kazandığımız belediyeleri hazmedemeyen AKP iktidarı, üç dönemdir sürdürdüğü kayyum politikasından vazgeçmiyor. Halkın iradesini yok sayarak bir utanca imza atanlar, şimdi de Kağızman Belediyemize kayyum atadı.
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) February 24, 2025
Kayyum düzeni adeta bir…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse