Videowall - Deriyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê

23-12-2021
RÛDAW
Deriyên Sînorî yên Rojavayê Kurdistanê
Deriyên Sînorî yên Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Deriyên Sînorî Rêveberiya Xweser Pêşabûr Sêmalka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji parêzgehên Hesekê, Reqa û beşek ji parêzgeha Dêrazorê û Helebê pêk tê.

Hejmareke deriyên sînorî herêmên Rêveberiya Xweser bi Başûrê Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û navçeyên Hikûmeta Sûriyê û opozisyona Sûriyê re girê dide û di wan deriyan re welatî, kelûpel û sotemenî derbas dibin.

Bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re

Pêşabûr - Sêmalka

1991 di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de hate vekirin

Ji 2004ê - 2013 girtî bû

21.01.2013 careke din hate vekirin, piştî avakirina Desteya Bilind a Kurdî di navbera ENKSê û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê de.

Rojane 400-500 kes di wî derî re çûn û hatin dikirin

40 Rêxistinên biyanî alîkariyan pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê dikirin

 Ji 15ê vê mehê ve girtî ye

-Welîd - Siwêdiyê (gundê Swêdî li aliyê Dêrikê - Koçeran)

Ev derî tenê deriyekî bazirganî ye, piraniya kelûpelên xwarina rojane wek Şekir, Zeyt û melzemeyên avakirinê wek Çîmento, Hesin di wî dergehî re derbas dibin.

-Rebîe - Til Koçer

Ev derî ji dema ku çekdarên opozisyona Sûriyê sala 2013an û piştre DAIŞê dest danî ser hate girtin, HSDê li dawiya 2013an kontrol kir, ji sala 2014an ve UNê alîkariyên mirovî têre derbasî Rojavayê Kurdistanê dikir û bi Vetoya Rûsya ji sala 2020an hate girtin û heta niha girtî ye.

Bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re

- Kobanî: Di dema Êrîşa DAIŞê de li ser bajêr piraniya xelkê bajêr di wî dergehî re derbasî bakurê Kurdistanê bûn, piştî rizgarkirina bajêr jî piraniya xelkê ku di wî dergehî re vegeriyan, niha derî girtî ye

Cerablus - Karkamiş: Di bin destê çekdarên opozîsyona Sûriyê û Tiriyê de ye. 

Girê Spî, li aliyê bakurê Akçakale

- Serê Kanî - Serê Kanî (Ceylanpinar)

- Dirbêsiyê -Qoser

- Qamişlo - Nisêbîn

- Eyn Dîwer - Cizîra Botan, deriyekî kevine lê ev gelek sal in, girtî ye.

Bi Hikûmeta Sûriyê re

- Tebqe - El Ekêrşî: Ev herdu derî li parêzgeha Reqayê ne

- El -Tayih: Di navbera Minbic û Navçeyên Hikûmta Sûriyê de ye

Di van deriyan re rêwî, nexweş û xwendevan ji navçeyên Rêveberiya Xweser diçin navçeyên Hikûmta Sûriyê, herweha kelûpel û petrol jî car caran têre dibin û tînin.

Bi Opozisyona Sûriyê re

-Um Cilod: Ev deriyekî bazirganî ye, têre kelûpel û hinek caran petrol jî tê şandin.

- Un Dadat: Taybete bi çûn û hatina welatiyan, ne direyekî bazirganî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst