Rêveberiya Xweser derbarê êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek da

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişên Tirkeyeyê got,  Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.

Tirkiyeyê piştî şer û pevçûnên di navbera leşkerên wî welatî û PKKyê yên  li herêma Zap û Metînayê de çend deverên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Rêveberiya Xweser ango bi navê xwe yê fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek balav kir.

Rêveberiya Xweser banga xweparastinê kir

Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir û ragihand ku armanca wan êrişên Tirkiyeyê têkdana aramiya herêmê ye.

Li gorî daxuyaniyê Tirkiyeyê navendên xizmetguzariyê û binesaziya Rojavayê Kurdistanê dike armanc.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin.

Armanca van êrişan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.”

“Tirkiye dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê bigire”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êriş berdewama xeta koçberkirina şêniyan û valakirina herêmmê ye û got:

“Ev siyaeteke qirêj e, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin. Em diyar dikin ku divê ev êrişên li ser herêmên me werin sekinandin.

Herwiha em diyar dikin ku encamên êrişan li ser tevahî herêmê xetere ne û xizmeteke bê berdêl ji bo vegera terorê ye, di heman demê de hewldanek ji bo pêşxistina nakokiyên etnîk e ku Tirkiye heta vê kêliyê nekarî derxe.

Tirkiye bi awayekî eşkere dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê rû didin bigire û dek û dolabên xwe li dijî gelê me pêk bîne. Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.”

“Divê rêxistinên pêwendîdar rê li pêşiya van êrişan bigirin”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bangî tevahî hêzên çalak ên li Sûriyeyê kir û got:

“Xetereya van êrişên ne rewa û encamên wê yên neyînî Ii ser hewldanên peydakirina îstiqrarê li herêmê nas bikin.

Herwiha ev êriş, li ser xebatên birêxistinkirina civakî û peydakirina çareseriyeke demokratîk li herêmên me û hewldanên tunekirina terorê û fikrê tundraw gef in.

Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.”

Herî dawî Rêveberiya Xweser got:

“Em bangî gelê xwe dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin. Ji bo parastin û serkeftina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, jiyana hevbeş, erkên xwe bînin cih.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst