Muslum Dogan: Dê mafên Kurdan ên neteweyî werin dayîn

24-09-2023
Muslum Dogan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Muslum Dogan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Muslum Dogan Mafên Kurdan ên Neteweyî Destûra Bingehîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê HDPyê Muslum Dogan got ku “Dê di sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê de mafên Kurdan ên neteweyî werin dayîn.”

Muslum Dogan bal kişand li ser mijarên girîng û got, “Dê ber bi sedsala duyem ya komarê ve, mafên Kurdan werin standîn. Li Tirkiyeyê efûya giştî di destê parlamentoyê de ye.”

Muslum Dogan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku “Efuya giştî dê beriya nîqaşên destûra bîngehîn bikeve rojevê.”

Muslum Dogan, piştî vê parvekirina xwe di Rûdaw TVyê bû mêvanê Hêvîdar Zanayê û behsa pêvajoyeke nû ya aştiyê kir.

Muslum diyar kir ku parvekirina wî hem pişta xwe dide zanyariyan û hem jî dide hêviyan û wiha axivî:

“Divê ez bibêjim ger di destên min de zanyariyek nebe ez dê nikaribim îdiayeke wiha bikim.

Siyaseteke ku bi rê ve neçe heye. Ber bi salvegera duyem a komarê ve dê li hemberî vê siyaseta ku bi rê ve naçe, biryarên girîng bên wergirtin.

“Efûya giştî di rojevê de ye”

Muslum Dogan anî ziman ku li Tirkiyeyê efûya giştî di destê parlamentoyê de ye û got:

“Ev efû girtiyên siyasî jî li xwe digire. Dê hinek biryarên ji hişmendiya takekes a dewletê dur werin wergirtin. Guherîn di destên parlamentoyê de ye.”

Dê qanûna nû 29ê Çiriya Pêşîn a îsal di Rojnameya Fermî de were weşandin. Di sedsala duyem de, dê rûpeleke nû ya spî were vekirin.”

Muslum Dogan derbarê destûra bingehîn de wiha axivî:

“Xebateke ku wekî destûra bingehîn tê binavkirin dê demeke dirêj berdewam bike.

Dibe ku negihe hilbijartinên herêmî yên meha adarê lê guherîna bingehîn di sîstemên demokratîk ên herêmî de ye.

Di mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî de, bi guhertina zagonê re dê parlamentoyên herêmî bibin xwedî ra.

Ev yek destûra bingehîn jî binpê nake, ji ber ku biryarên meclîsa herêmî esas in.

Weke mînak, meclîsa şaredariya navçeya Îskîlîpê ya Çorumê dê ji bo zimanê perwerdeyê biryarekê bide.

Di heman demê de dê meclîsên Şaredariya Bismilê û Şaredariya Mezin a Amedê jî karibin di vê mijarê de biryarê bidin.

Ev sînorê derûnî yê demokratîkbûnê ye. Komar ber bi sedala xwe ya duyem ve dixwaze van sînoran derbas bike.

Dixwaze mafên Kurdan ên neteweyî yên demokratîk vegerîne.”

“Dê navên Kurdî yên cih û herêman bên dayîn”

Muslum Dogan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek caran ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî soz dane Kurdan lê ji ber ku di makezagonê de ev tişt nehatine nivîsandin, hikûmetê helwestên cuda nîşan dane.

Muslum got di vir de ya sereke parvekirina destkeftiyan e û berdewam kir:

“Ger em bi hev re bijîn jî ev tiştên me gotine neçarî ne.

Dê qanûna 12ê Îlonê ya neteweya serdest û sîstema baweriya serdest ji holê bê rakirin.

Ber bi sedsala duyem ve, dê navên Kurdî yên cih û gundan bê dayîn, dê cihên mezelên pêşengên Kurd werin eşkerekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst