DÎLOK – Di merasîma derçûnê de balon teqiyan: 8 xwendekar birîndar bûn

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Merasîma Derçûnê Balon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di merasima derçûna lîseyekî de balonên bi xaza helyumê dagirtî teqiyan û 8 xwendekar birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li Lîseya Anadoluyê ya Ayintapê ya li Dîlokê merasima derçûnê hat lidarxistin.

Di dema pîrozbahiyan de balonên bi xaza helyumê dagirtî ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn teqiyan.

Di encama teqînê de 8 xwendekar birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Ji 8 xwendekarên ku laşê wan şewitî 6 jê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatin dermankirin.

Tîmên tenduristiyê herwiha 3 birîndar jî veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Dîlokê.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya xwendekaran baş e.

Rêveberiya Perwerdeyê ya Dîlokê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst