Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê hat girtin

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Omer Elaldi Girtin Selahattin Yildirim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê Omer Elaldi, îro 23ê Gulanê bi biryara dadgehê hat girtin.

Îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an tîmên Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlekariya Amedê di operasyonekê de Wekîlê Serokê Klûba Amedsporê Omer Elaldi û 6 mirovên wî desteser kirin.

Omer Elaldi û 6 kesên din piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Amedê bo Dadgeha Amedê hatin şandin. Dadgehê derbarê Omer Elaldi û kesê bi navê Ş.E de biryara girtinê da û 5 kesên din jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.

Heta niha sedema desteserkirin û girtina Omer Elaldi û kesên din nayê zanîn.

Serokê Klûba Amedsporê Selahattin Yildirim, piştî desteserkirina Elaldi ragihand: “Kekê Omer derbarê Umit Ozdag de Twitek parve kiribû. Em wiha difikirin ku ji ber vê yekê hatibe desteserkirin. Ev helwesta berdewamiya armanc nîşandana Amedsporê ye. Em rojek û du roj şûn de dest bi lîstikên play-offê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst