Cotkarên Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi gûbre hene

23-02-2020
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê zeviyên cotkaran zer bûne
Li Rojavayê Kurdistanê zeviyên cotkaran zer bûne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê  gûber (semad)î biha bûye, ji bo ku nexweşiya zadên wan çareser bibe, divê cotkar zeviyên xwe gûbre bikin, lê tona gşbere bi derdora 400 hezar lîreyan e.

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi derman heye,  ji ber ku gelek giyayên ne baş di nav zeviyên wan ên çandiniyê de derdikeve.

Çandiniya dexlûdan zer bûye û li xwe zêde nake. Cotkarên Rojavayê Kurdistanê jî ji ber bihabûna derman û gûbre nikarin  bobelat û êşên zeviyên xwe çareser bikin.

Ji lawazbûna axa zeviyan û çandiniya bêpergal ev çend sal in zeng û kwîrik li zeviyên dexlûdan dixe, beşê parastina  çandiniyê ya bi ser Rêveberiyê Xweser ve  heta niha çareyên guncav nedîtine. Lê her beşekî ji wan pêdiviyan peyda dike û çavdêriyê li gûbre û dermanên bazarê dike. 

Çandiniya dexlûdan li Rojavayê Kurdistanê par rastî mezintirîn ziyanê hat, ku bi hezaran hektar ji zeviyan  şewitîn û zengê li hin zeviyan da. Di encamê de cotkar rastî şikestineke mezin a aborî  hatin ku tenê bi birekî kêm ji tov hatin qerebûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst