Li Agiriyê qeza: Jineke ducanî jiyana xwe ji dest da

22-11-2021
RÛDAW
Nîşan Agirî Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev da û di encam de jinek ducanî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li xaçerêya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Agiriyê ku li ser rêya parêzgehên Agirî û Erzeromê ye du otomobîl li hev dan.

Di encama bûyerê de jina ducanî Elif Gunakin ya 38 salî li canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê 4 kesên ku li cihê bûyerê birînda bûne ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneya parêzgehê hatine veguhestin û Elif Gunakin li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û her 3 kesên din yên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst