Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 2 grûp bi dar û keviran bi hev ketin, 4 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, li Taxa Yenî Mahalle ya navçeya Qoserê ji ber sedemek nediyar di navbera du grûpan de nîqaş derket.
Piştî nîqaşê her du grûp bi dar û keviran êrişî hev kir.
Di pevçûnê de welatiyên bi navên, Huseyîn E. Abdurrahman T., Hebat T. û Lokman T. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse