Efrîn - Tirkiye ji Erebên hawirde re gundekî din ava dike

27-11-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Erebên Hawirde Avakirina Gundan Tirkiye AFAD MEDICS World Wide
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Tirkiye gundekî din tê avakirin.

Ji roja ku hatiye dagirkirin ve hewlên guhertina demografiyê ya Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê navber berdewam in.

Li gorî nûçeya Ajansa North Pressê, li daristana gundê Kefeyrayê yê Efrînê ji bo Erebên hawirde gundekî bi navê Gundê Medics tê avakirin.

Her wiha North Presê da zanîn ku gund meha Çiriya Pêşîn ji aliyê Saziya AFADê ya Tirkiyeyê û rêxistina MEDICS World Wideyê ve hatiye avakirin.

Li gorî ajansê ku dispêre çavkaniyên herêmê, gund ji bo malbatên grûpa çekdar a Ebû Nûr El-Uzbekî hatiye çêkirin.

Grûpa çekdar a Ebû Nûr El-Uzbekî beşeke Firqeya Hemzatê ye.

Li aliyê din, çavakaniyê ragihand ku heta niha 40 xanî hatine çêkirin û tê plankirin ku 200 xaniyên din jî li wî gundî bên avakirin.

Meha borî li Çiyayê Basûrtê yê li başûrê bajarê Efrînê bi alîkariya Qeterê û Tirkiyê gundekî din ji Erebên hawirde re hat avakirin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst