Li Agiriyê lehî: Ziyandîtî alîkariyê dixwazin

26-07-2023
RÛDAW
Li gundê Kele yê Agirî lehî rabû
Li gundê Kele yê Agirî lehî rabû
Nîşan Agirî Gundê Keleyê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Keleyê yê Agiriyê ji ber barana zêde lehî rabû û welatiyên ziyandîtî alîkariyê dixwazin. 

Li çend bajarokên parêzgehên Agirî, Qers û Erzerom û Wanê vê hefteyê baraneke zêde bariya û li hinekan lehî rabû.

Li gundê Keleyê yê Agiriyê jî lehî rabû û avê da binê çend malan. Ziyandîtiyên lehiyê ji aliyên peywendîdar alîkarî xwest. 

Niştecihên gundê Keleyê dibêjin ku wan di emrê xwe de lehiyeke wiha nedîtiye.

Welatî Adem Mizrak got, “Beriya nîv saetê lehî rabû û aveke zêde heye. Weke hûn dibînin mal gelekî nêzîkî çem in.”

Niştecihên gundê Keleyê Murat Demîr jî diyar kir ku wî di emrê xwe de ava çem bi vî awayî nedîtiye û got, “Min ti carî ev çem wiha nedîtiye. Beriya çend salan jî baran wiha barîbû.”

Tirsa lehiyê ketiye dilê niştecihên gund ên ku malên wan nêzîkî çem in û hinekan ji wan, ji ber vê yekê malên xwe vala kirine.

Kesekî din jî got: “Eger av  hinekî din zêde bibe dê tevahiya malan li ber biçe. Ev gundekî qedîm e û zêdetirî 500 salî ye ku heye. Ev gundê Surmelî Mehmet Paşa ango Gundê Keleyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst