Pêşangeha Pirtûkan a Amedê: ‘Em dê alîkariya weşanxaneyên Kurdî bikin’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Welat Ektîrîcî/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Welat Ektîrîcî/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ber bi dawiyê ve diçin.

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dê roja Şemiyê 30ê mehê deriyên xwe ji xwîneran re veke.

Tevî hejmareke zêde ya weşanxaneyên Tirkiyetê û hemû weşanxaneyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê jî dê li pêşangehê bin.

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, dê roja Şemiyê saet 10:00an bi merasîmeke fermî dest pê bike.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci pêşangeh dê piştî 4 salan cara yekem e bi hevkariya kompanyaya birêxistina pêşangehan TUYAPê, Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê, Yekîtiya Weşanxaneyên Kurd û kompanyaya birêxistina pêşangehan a Mezopotamyayê were lidarxistin.

Dê 300 nivîskar li pêşangehê amade bin û pirtûkên xwe îmze bikin.

Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Amedê û kompanyaya birêxistina pêşangehan a Mezopotamyayê Welat Ektîrîcî li ser amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ji Rûdawê re axivî.

Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Amedê û kompanyaya birêxistina pêşangehan a Mezopotamyayê Welat Ektîrîcî got:

“Weşanxaneyên me yên Kurdî di aliyê aborî de rûbirûyî astengiyeke mezin in.

Wekî Odeya Bazirganiyê ya Amedê û kompanyaya birêxistina pêşangehan a Mezopotamyayê em pêwîstiyên nivîskar û weşanxaneyên Kurdî yên ku ji derveyî bajêr tên girtine ser xwe.

Çend tiştên din ên aborî hene ku em di wan waran de jî alîkariya wan dikin.”

"Dê 200-250 hezar kes beşdarî pêşangehê bibin"

Welat Ektîrîcî her wiha diyar kir ku ew wekî Odeya Bazirganiyê ya Amedê ji bo standan jî piştgiriyê didin weşanxaneyên Kurdî û da zanîn:

“Bi texmîna me dê 200-250 hezar kes beşdarî pêşangehê bibin.”

Weşanxaneyên Kurdî dê di pêşangejê de berhemên xwe yên di warên cuda de pêşkêşî xwîneran bikin.

Her wiha di çarçoveya pêşangehê de gelek panel dê werin sazkirin.

Çareserkirina Pirsa Kurd, pirsa nasnameya Kurdî, meseleya demokratîkbûnê, meseleyên çand, huner û dîrokê ji mijarên sereke yên panelan in.

Nivîskarên ku pirtûkên wan di pêşangehê de tên pêşkêşkirin, dê berhemên xwe îmze bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst