Li Agiriyê di çanteyên 5 koçberên Efxan de 58 kîlogram madeyên hişbir derket

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Bakurê Kurdistanê Koçberên Efxan Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ve 5 koçberên Efxan ku 58.5 kîlogram madeyên hişbir bi wan re hatibû girtin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Roja Çarşemê 12ê Temûza 2023an hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê 5 koçberên Efxan rawestandin ku ji Îranê bi rêyên neyasayî derbasî nav Bakurê Kurdistanê bûbûn.

Li gor zanyariyên di medyaya fermî ya Tirkiyê de belav bûne, hêzên ewlekariyê yên wî welatî li navçeya Bazîdê lêgerîn di nav çanteyên wan koçberên Efxan de kirine.

Di encama lêgerînê de, hêzên ewlehiyê 58.5 kîlogram madeya hişbir a ji corê metamfetamînê di çanteyên koçberan de dîtine û her 5 koçber destese kirine.

Koçbeerên destserserkirî piştî karûbarên îfadeyê bo Dadgeha Bazîdê hatin şandin û bi biryara dadgehê hatin girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst