Ferît Uzun li Rihayê hat bi bîranîn

22-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi minasebeta  43yemîn salvegera şehadeta welatperwerê kurd, kedkar û kadroyekî sereke yê doza azadiya Kurdistanê Ferît Uzun li ser gora wî merasîmeke bi bîranînê hat sazkirin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku li navçeya Sêweregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê îro Duşemê 22yê Mijdara 2021ê bi minasebeta 43yemîn salvegera şehadeta welatperwerê kurd Ferît Uzun, li ser gorî wî hat bi bîranîn.

Hejmareke siyasetmedar û rewşenbîrên kurd  û welatperwerên Sêweregê beşdarî bi bîranînê bûn.

Di bibîranînê de, siyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu, Fahrî Karakoyûnlû  û li ser navê malbata Ferît Uzun jî Celal Uzun di derbarê jîyan û têkoşîn û xebata Ferît Ûzûn de  axivîn.

Li ser navê PAKê jî Seroka Komîsyona Jinan û Endama Komîteya Birevebir a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa Partiyê Adnan Ozbingol beşdarî bibîranînê bûn.

Helbestvan û siyasetmedarê Kurk Ferid Uzun 1ê Çileya 1950ê li Sêwergê ji dayîk bûye. Damezrînerê Dengê Kawa bû.

Di 22ê Mijdara 1978an de, dema ku ligel  çend hevalên xwe û  hevjîn û keça xwe ya du salî Yekbûn ji bo nîşana hevalekî xwe diçin Amedê bi guleyan tê kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst