Li Hesekê eşîr bi hev ketin: 7 kuştî, 6 birîndar

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hesekê Pevçûna Eşîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di pevçûna eşîran de 7 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Hebayê (Hedaca) yê Hesekê eşîrên bi navê El Jewana û El Moşehda pev çûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di pevçûnê de doçka û RPG jî hatin bikaranîn.

SOHRê da zanîn ku di encama pevçûnê de 7 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Her wiha SOHRê ragihand ku 3 meh berê jî ev her du eşîr pev çûne û di wê pevçûnê de jî 2 pismam hatine kuştin.

Îsal di pevçûnên eşîran de 75 kes hatine kuştin

Li aliyê din SOHRê da zanîn ku îsal li herêmên Rêveberiya Xweser 115 şer û pevçûnên eşîran çêbûne.

Di wan pevçûnan de jî 75 kes hatine kuştin ku di nav wan de 3 zarok û 3 jin jî hebûne.

Her wiha 221 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst