Hevşaredarê Licê 19 meh in nikare ji mala xwe derkeve

22-09-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Tarik Mercan piraniya dema xwe bi xwendinê derbas dike
Tarik Mercan piraniya dema xwe bi xwendinê derbas dike
Nîşan Hevşaredarê Licê Tarik Mercan Lice
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevşaredarê Licê ya Amedê Tarik Mercan ev 19 meh in ku nikare ji mala xwe derkeve. Tam 575 roj in di hundirê malê de ye û dema xwe bi xwendina pirtûkan û temaşekirina belgefîlman derbas dike.

Tarik Mercan dema ji belgefîlman aciz dibe, berê xwe dide pirtûkxaneya xwe. Ji pirtûkxaneyê pirtûkek digre û li balkona mala xwe dest bi xwendinê dike. Her çiqas xweziya gelek kesan ew e ku ji xwe re bikaribe dem veqetîne û bi dilê xwe belgefîlman temaşe bike û pirtûkan bixwîne jî Tarik Mercan ji neçarî vê yekê dike.

Çimkî Mercan Hevşaredarê Licêya Amedê ye û ji kar hatiye dûrxistin. Ev 19 meh zêdetire jî bi biryara dadgehê di zindana malê de dimîne. Ew nizane ka ev ceza dê kengê biqede.

Tarik Mercan, Hevşaredarê Licê yê Amedê, dibêje, “Çiqas dem derbas dibe hinek zehmet dibe. Ya rast weke girtîgehê ye. Çiqas diçe mirov giraniya wê hîs dike. Min dixwest îro li Licê bûma. Bi rastî jî min bêriya Licê kiriye.”

Li gorî hiqûqnasan bi awayeke qanûnî cezayê zindana malê di destûra Tirkiyê de heye. Lê dadgeh van cezayan îro bi awayeke kêfî pêk tîne

Hesen Dagtekîn, Mafnas, dibêje, “Divê mirov weke Tarik Mercan mexdûr nebe. 19 meh in te ew girtî ye û îdianame jî amade nakî. Ev kiryareke kêfî ye.”

Di hilbijartinên 2019an de HDPê li Bakurê Kurdistanê li 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê heman salê dewletê qeyûm danî ser van şaredariyan û 49 hevşaredar ji kar dûr xist. Piştre 24 hevşaredar hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst