Baroya Amedê têkildarî doza îşkenceya li zarokê Kurd ê 14 salî daxuyanî da

23-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Baroya Amedê Lice Amed Zarokê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê ragihand, Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li ser nerazîbûna polîsên tohmetbar bi hinceta ku tawana îşkenceyê çênebûye biryara azadkirina her 3 polîsan daye û biryara bê erkbûna wan jî betal kiriye. Baroya Amedê wê yekê şermezar dike û dibêje, Azadkirina her 3 polîsan encama polîtîkayên ne cezakirinê ye û tekez dike, “Em dê li ser şopandina doza îşkencekirina zarokê Kurd berdewam bin.”

Baroya Amedê roja Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê doza îşkencekirina zarokê 14 salî yê Kurd de ku li navçeya Liceyê rastî îşkenceyê hatibû peyamek belav kir.

Baroya Amedê di peyama xwe de dibêje: “Dadgeha Cezayê ya Lîce beriya niha tişta polîsan dijî zarokê 14 salî de kiribûn bi hinceta ku di çarçoveya “tawanê îşkenceyê” de ye biryara bê erkbûna wan dabû. Lê 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li ser nerazîbûna polîsên bersûc bi hinceta ku tawanê îşkence çênebûye biryara azadkirina her 3 polîsan daye û biryara bê erkbûna wan jî betal kiriye. Ev hemû biryarên hatine dayîn encama polîtîkayên ne ceza kirinê ne. Em dê li ser şopandina proseya hiqûqî berdewam bin.”

Şeva Sêşemê 21ê Adara 2023an li navçeya Licê ya Amedê, polîsan zarokekî 14 salî yê Kurd desteser kiribûn, piştre dest û lingên wî girêdabûn û tundûtûjî li wî kiribûn.

Bûyerê li ser torên civakî gelek deng vedabû û wî zarokî gotibû, 4 kesên ku polîs bûn, îşkence li wî kirine û bi zorê jê re gotine ku divê xeberan ji Ocalan re bêje û sirûda Tirkiyê bibêje.

Piştî karvedanên mezin, Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînek dabû destpêkirin.

Parêzgariya Amedê di 26ê Adara 2023an de ragihandibû ku derbarê îşkecekirina zarokê 14 salî yê li navçeya Liceyê de 1 komîser û 4 polîs bi giştî 5 kes hatine desteserkirin û her 5 kes ji kar hatine dûrxistin.

Baroya Amedê jî piştî bûyerê derbarê wan polîsên ku li navçeya Lice ya Amedê tundûtîjî li zarokekî 14 salî yê Kurd kiribûn de li dozgeriyê gilî tomar kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst