Li Amedê qeza: Gelek birîndar hene

29-12-2023
Nîşan Amed Licê Qeza Birîndar Lice
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di qezayekê de 27 kes birîndar bûn.

Li gorî gorî agahiyan, otobusa ku ji Amedê diçû Çewlîgê di navbera Licê û Amedê de ji ber pirsgirêkeke teknîkî ji rê derket û li kendal ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê 27 kesên birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku birînên birîndaran sivik in û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst