Ajeldarên Çewligê bê av û elektrîk 5 mehên salê li zozanan dijîn

22-07-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çewlig Ajeldarî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajeldarên gundê Ekrekê parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê salane bi armanca çêrandin û bidesxistina berhemeke baş, ajelên xwe dibin zozanan. Wan li zozanan ji ajelên xwe re ji keviran gov çêkirine. Her wiha ji bo mayîna xwe jî bi heman awayî xaniyên demkî çêkirine lê bê av û elektrîk 5 mehan derbas dikin. Ev pîşe ji bav û bapîran bo wan maye û beşek ji wan ji zarokatiya xwe ve vî karî dikin.

Ajeldar Ali Kızılboga got, “Ez ji zaroktiya xwe ve vî karî dikim. Min mala xwe pê lêkir, min bizin xwedî kirin. Di germê û sermayê de destê sibehê , carna tî û birçî me ev kara kiriye.”

Li zozanê bi giştî 5 hezar hezar ajel hene. Take kaniya avê ku têra ajelên wan bike 7 kîlometreyan dûr e.  Li zozanê elektirîk jî nîne û ajeldar dûr ji teknolojiyê tevî zor û zehmetiyan 5 mehên salê, jiyana xwe li vir derbas dikin.

Ajeldar Zeki Kîşî anî ziman, “Elektîrîka me nîne, ava me nîne. Ava vexwarinê jî di meha Tebaxê de li vir namîne. Em di rêyên kevir re derbas dibin heta tên zozanan. Em di şert û mercên gelekî zehmet de dijîn.”

Li zozanê barê herî giran jî bê guman li ser milê jinan e. Lewra ji bilî dotina ajelan û berhemanîna berhemên şîremeniyê, karê rojane yên malê jî dikin.

Ajeldar Hayriye Kizilboga got, “Em nan dipêjin, lorik û nivîşk çêdikin û her wiha karên male jî dikin. Kar gelek e û bi rastî zehmet e.”

Ajeldarî yek ji dahatên sereke yên xelkê parêzgeha Çewligê û ye ji sedî 78ê xelkê wê yê li gundan dijîn debara xwe bi ajeldariyê dikin lê ajeldarî di van salên dawî de li vê parêzgehê her ku diçe kêm dibe. Lewra li gor daneyên saziya amaran a Tirkiyê TUIKê di sala 2021an de li gor sala 2020an li Çewligê  hejmara bi giştî 36 hezar û 964 ajel kêmbûye ku sedema sereke jî zêdebûna xerciyên ajeldariyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst