Agirî - 15 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî DAIŞ Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 15 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveveberiya Ewlehiyê Agiriyê, hêzên ewlehiyê li dijî gelek kesên ku li ser navê DAIŞê kar û çalakiyan dikin operasyonek daye destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlehiyê bi awayekî hevwext bi ser çend navnîşanên cûda yên li bajêr de girtine û 15 kes desteserkirin.

Hat ragihandin li wan navnîşanan dest bi ser gelek dokûmanên rêxistinî, weşanên qedexe û materyalên dijîtal de jî hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî birin Rêvberiya Ewlehiyê ya Agiriyê û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst