Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê di peyama xwe ya Cejna Remezanê de got, “Roja ku aştî pêk were ew roj dê bibe cejna herî mezin a Tirkiyeyê.”
HAK-PARê jî peyamek belav kir û da zanîn, “Divê mafên rewa yên gelê Kurd werin dayîn.”
DEM Partiyê ji bo Cejna Remezanê peyameke nivîskî yê pîrozbahiyê belav kir.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di peyama xwe de got:
“Cejn rojên taybet in ku yekîtî û piştevanî herî zêde tên hîskirin û em bi hestên hevpar tên cem hev.
Em hêvîdar in ku ev cejn bibe alîkar ku em bihevgirtinê êşên xwe yên hevpar derbas bikin, hêviyê zêde bikin û destpêkeke nû ava bikin.
Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê dawiya xizanî, neheqî û newekheviyê bîne û derî li serdemeke nû veke ku her kes di nava aramiyê de bijî.”
DEM Partiyê bal kişand ser pêvajoya nû jî da zanîn:
“Îro berpirsyariya me hevpar e ku em bi diyalog, lihevkirina demokratîk û muzakereyê ji aloziyên siyasî û civakî yên ku welatê me tê de ye derbas bikin.
Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku pêwîst e em di her kêliyê de hesta lihevanînê ya cejnê hîs bikin û vê hestê zindî bihêlin.
Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe bi helwesteke rêzdar û li ser esasên demokratîk çareser bikin.
Bi boneya vê cejnê em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were.
Roja ku aştî pêk were ew roj dê bibe cejna herî mezin a Tirkiyeyê.
Bi van hest û ramanan, em hêvîdar in ku Cejna Remezanê bibe sedema aştî û demokrasiyê ji bo 85 milyon welatiyên me û azadiya hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de ne.
Em cejna her kesî ji dil û can pîroz dikin.”
HAK-PAR: Divê mafên rewa yên gelê Kurd werin dayîn
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî li ser Facebookê peyameke nivîskî belav kir.
HAK-PARê jî di peyama xwe ya cejnê de anî ziman:
“Îsal Cejna Remezanê li Rojhilata Navîn û cîhana Îslamê di rewşekê de tê pîrozkirin ku şer, nakokiyên etnîkî û mezhebî, nakokî û şerên xwînî yên desthilata navxwe, can û mal û milkê xelkê distîne û wan ji axa bav û kalan dûr dixe.
Sedema sereke ya vê jî statukoya bi xwîn û qirêj e ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji aliyê hêzên emperyalîst ên ku çavkaniyên dewlemend ên herêmê talan kirine û rejîmên herêmî û despotîk ên bi wan re hevkarî kirine, hatiye afirandin.
Vê statûkoyê ji êş, wêranî û zilmê pê ve ti tişt dernexistiye holê.
Gelê Kurd ê ku welatê wî parçe parçe bûye û ji ber polîtîkayên qirkirin, komkujî û asîmîlasyonîst ên rejimên dewletên kolonyalîst ên qaşo Misilman, bûne qurbaniyên vê hovîtiya emperyalîst/kolonyalîst.
Li gel gotina Hz. Muhammed a ku dibêje, Misilman birayê Misilman e. Ew zilmê li birayê xwe nake, neheqiyê li wî nake, wî teslîmî dijmin nake.
Kesê ku hewcedariyên birayê xwe yê Misilmantiyê bîne cih, Xwedê jî hewcedariyê wî bi cih tîne, lê îro em dibînin ku alema Îslamê Cejna Remezanê di rewşeke wisa de pîroz dike ku rejimên wan li gelê Kurd ê ku bi piranî Misilman in bi kîn û hovîtî zilm tê kirin.
Em wekî HAK-PARê Cejna Remezanê bi zindîhiştina hêviya xwe ya ji bo guhertina statukoya bi xwîn û qirêj a li Rojhilata Navîn, bidawîbûna bêîstîqrariyê, çêbûna nîzameke dadperwer ku tê de aştî, aramî û azadî serdest be û mafên rewa yên her kesî bi taybetî gelê Kurd werin dayîn, pîroz dikin.”
DEM Partî ji bo Cejna Remezanê dê sibe biçe serdana partiyên siyasî û vê carê di nav de MHP û AK Partî jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse