Li Amedê 6 Sûriyeyî bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed DAIŞ Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 6 kesên Sûriyeyî  bi gumana “endamtiya DAIŞê” hatin destserkirin.

Parêzgariya Amedê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê tîmên fermandariya cendermeyan a bajêr bi hevahengiya MÎTê li dijî hejmarek kesên ku peywendiya wan bi endamên DAIŞê re heye û alîkarî û piştevaniya wê rêxistinê dikin,  operasyonek daye destpêkirin.

Tîmên Cendermeyan di çarçoveya operasyonê de bi ser 6 navnîşanan de girtin.

Di operasyonê de 6 kesên welatiyên Sûriyeyê yên bi navên A.B, S.E.M, N.E, S.M, O.K.Y. û A.Î. bi gumana ku “roleke wan a çalak di nav rêxistina terorî ya DAIŞê de heye” destserkirin.

Hat ragihandin hezên ewlehiyê kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê  birin Dadgeha Amedê.

Herwiha karûbarên yasayî yên derbarê kesên desteserkirî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst